Jinen Iraqî yên li kampa Holê qala zilma DAIŞ’ê kirin

Penaberên jinên Iraqî yên ne DAIŞ’î, qala zilma ku ji malbatên DAIŞ’ê dibînin kirin; “Li vir azadiya me ji me tê standin, em bûne wekî lastîkekê kengê û çawa dixwazin me bi kar tînin.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Bêriya vê bi 5 rojan Hêzên Ewlekariya Hindûr, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî şaneyên veşartî Odeya Operasyona Ehlehiya Domdar ava kirin û ji bo Kampa Holê û derdora wê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin operasyonekê berfireh dan destpêkirin.

Dîroka avakirina kampê û guhertinên wê yên demografîk

Kampa Holê 13 km. dûrî sînorê Sûriye-Iraqê ye û 40 km. dûrî rojhilatî bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Kamp ji sala 1991’ê ve hatiye avakirin. Ji wê demê ve heta niha, kamp bûye şahidê guhertinên demografîk ên mezin. Kamp ji aliyê Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ve hatiye avakirin, bi armanca pêşwazîkirina penaberên Iraqî yên ku ji Şerê Kendavê reviyane. Li gorî lêkolînan di sala 2003’an tenê 3 malbat li kampê bûn lê bi êrîşa Emerîkayê ya li ser Iraqê re, kampê careke din deriyên xwe ji bo penaberan vekir.

Piştre kamp di sala 2013’an de hat girtin. Lê derketina DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Sûriye û Iraqê, ev bû sedema koçberbûna gelek sivîlên ji Sûriye û Iraqê. Ji ber vê rewşa awarte kamp di sala 2016’an de ji nû ve hat vekirin, da ku bi hezaran sivîlên bê wargeh mane bicih bike. Ji lewre ji wê demê ve, malbatên ji parêzgehên Sûriyeyê koçber dibûn, xwe dispartin Kampa Holê. 

Di 23’ê Adara 2019’an de, piştî têkbirina DAIŞ’ê li Baxoza Dêrazorê, li erdîngariya herî dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran malbatên DAIŞ’ê li kampê hatin bicihkirin. Destpêkê zêdetirî 60 hezar kes ji penaberên Iraqê, koçberên Sûriyeyê, malbat û jinên DAIŞ’ê pêk dihatin.

Ji 39 hezar û 899 kesan 17 hezar û 410 jê penaberên Iraqî ne

Niha, li gorî Rêveberiya Kampa Holê 39 hezar û 899 kes li kampê dimînin. Li beşa Mûhacîratan ango jinên biyanî yên DAIŞ’î ji 42 welatan pêk tên, ji sedî 90 jin û zarok in. Jê 17 hezar û 410 penaberên Iraqî li hin beşên kampê de de bi cih bûne.

Bi hemahengî ji 2021’ê ve heta 2024’an 17 geştên ber bi Iraqê ve

Li Kampa Holê li milekî dîwarên bi têl çeteyên DAIŞ’ê û hovîtiya wan, li milê din jî penaberên Iraqî. Aliyekê ji kampa Holê ji penaberên ku ne DAIŞ’î ne pêk tê. Ev penaber jî di bin hovîtî û tirsa DAIŞ’ê de dijîn. Jinên penaberên Iraqî yên ku qala zilma DAIŞ’ê dikin bi çar çavan li bendê ne ku vegerin welatên xwe. 

Hikûmeta Iraqê bi hemahengî ligel Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Kampa Holê, ji sala 2021’ê ve çavdêriya vegera penaberên Iraqî dike. Ev penaber ji Kampa Cedah a li gundewarên bajarê Mûsilê li bakurê Iraqê, tên veguhestin. Ev gav ku dikare weke qonaxeke veguhêz were dîtin û ji wir jî rêwîtiya wan ji bo niştecihbûna dawî li Iraqê, dest pê dike.

Li gorî amarên herî nû ji rêveberiya Kampa Holê, Rêveberiya Xweser bi hemahengiya Komîteya Koçber û Koçberan a Meclisa Nûneran a Iraqê ji sala 2021’ê ve heta 2024’an 17 geşt çêbûne, di nav de nêzî 10 hezar penaberên Iraqî ji Kampa Holê ber bi Iraqê ve derketine, ji wan sedî 70 jin û zarok in.

Penaberên Iraqê yê ku li kampê dimînin, bi riya ajansa me nêrîn û bangawaziya xwe ji hikûmeta Iraqê re kirin.

Gera li mal…

Mûna Xelîl Îbrahîm ji bajarê Felûca yê parêzgeha Enbar a Iraqê ye, ji 2016’an ve çîroka wê wiha dest pê dike: "Ji ber çeteyên DAIŞ’ê êriş anîn ser bajarên me, em ber bi sînorê Sûriyeyê ve ketin rê. Em dihizirîn ku em ê aramiyê li ser sînorê Sûriyeyê bibînin lê diyar e ku êş heman êş e, em bi ku ve çûn bombebaran û topbaran hebû. Me hewl dida zarokan ji cihê şer dûr bixin û cihekî bi ewle ji bo wan dabîn bikin, li ser vî bingehî me dibihîst ewlehî li kîjan bajar û gundî heye em diçûn wê derê. Herî dawî em li Kampa Holê bi cih bûn. Ez dixwazim vegerim Iraqê, herî kêm em ê konan venekin û zehmetiyên niha dijîn, nejîn wê demê. Tenê Xweda dizane, em li vir çi dijîn û çi jî najîn."

'Qurbaniyên şer jin û zarok in’

Mûna Xelîl Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez tenê ji bo biaxivim nabêjim, em gelek westiyan ji ber vê rewşê ne tenê ez piraniya jinên Iraqî jî li vir derûniya me gelek xirab bûye. Destpêka ku ez herim Iraqê, ez ê bi girtiyên xwe yên di girtîgehan re bikevim pêwendiyê û careke din jiyana civakî dest pê bikim. Ji hemû dewletên ku dengê me dibihîsin re dibêjim bila çareseriyek ji me re bibînin, bes e êdî em gelek bûn qurbanên vî şerî, jin û zarok herî zêde bedelê vî şerî didin."

‘Êdî çareseriyek peyda bibe'

Henan Şihade Hemad ji bajarê Hedîsa yê Iraqê ye der barê geştên ji Kampa Holê ber bi Iraqê ve wiha got: "Malbata min berî niha bi geştekê vegeriyan Iraqê lê ez û zarokên xwe man. Şev û rojên me bi tirsê derbas dibin. Ji destpêka 2019’an ve perwerdeyek rast ji bo van zarokan nehatiye dayîn. Heta mesa me û cilê ku em li xwe jî dikin sînordar e, nabe ku em bi kêfa xwe her tiştî bikin. Yê ku em sînordar kirine li vir in."

Di vir de Henan behsa jinên DAIŞ’ê dike û wiha pêl da gotinên xwe: "Li vir azadiya me ji me tê standin. Em bûne wekî lastîkekê kengê û çawa dixwazin me bi kar tînin. Xeteriyek mezin li vir heye. Divê ku ji bo me çareseriyek were dîtin. Ev 7 sal ji emrê me derbas dibe. Em ê heta kengê li bendê bin. Li vir jiyan cuda ye li Iraqê jiyan weke din e. Êdî enerjiya me têrê nake ku em hinek tiştên din ên ku azadiya me ji me girtine, bijîn. Bila Iraq me vegerîne welat."

Koçberiyê ji parêzgeheke Iraqê dest pê kir li kampa herî xeter radiweste

Cemîla Feyad Hemed ji parêzgeha Enbar a Iraqê ye. Der barê rêwîtiya koçberiya ku ji Enbarê dest pê kiriye de wiha dibêje: "Nêzî 7 sal in, em li kampê ne. Li herêma me şer derket û topbaran çêbû ji lewre em bi gelên din re ji wir derketin û ji wê demê ve rêwîtiya koçberiyê dest pê kir. Piştre herêm bi herêm şer gur dibû, heta ku em gihîştin sînorên Sûriyeyê. Em li herêma Dêrazorê bi cih bûn, destpêka sala 2019’an em hatin Kampa Holê."

'Ewlehî tune ye'

Cemîla Feyad bang li hikûmeta welatê xwe kir û wiha got: "Li vir jiyan zor e, ewlehî tune ye û em li vir ji her tevgerê û her tiştî ditirsin û herî zêde tirsa me ji bo zarokên me ye. Eger hikûmeta Iraqê xwe ji gelê xwe berî bike jî em nikarin xwe jê berî bikin. Êdî wiha nabe, nabore ez dixwazim vegerim welatê xwe. Yekem tişta ez bikim ez ê vegerim cotkariyê, jiyana piştre jiyana bi ewle wê bibe para min jî."