Jinên hunermend bi rêya huner û teknolojiyê pirsgirêkên civakê derdixin pêş
Di pêşangehek ya berhemên hunerî de 3’ê jinên ciwan yên hunermend ku xwedî enerjî û jêhatiyên hunerî ne cih digrin û bi hunerên xwe pirsgirêkê civakê derdixin ber çav.

NAGHAM KARAJEH
Xeza - Di 28'ê Gulanê de Pencere profesyonel di Yekîtiya Giştî ya Navendên Çandê de Beşa Hunerên Dîtbarî yên Hemdem bi pêşangehekê ji bo diyaloga li ser rûniştina hunerî hat vekirin, di vê pêşangehê de sê jinên ciwan bi berhemên xwe û bi rêya teknolojiya dîjîtal pirsgirêkê civakê derdixe ber çav, ev yek bi armanca peydakirina xwezayek alîkar û xwedî hunermendên hevdem be, da ku bi rêbazekî nû û hunerî pirsgirêkên civakê bi civakê re parve bike.
Şêrîn Ebdulkerîm ya 25 salî wiha behsa fikra projeya xwe ya hunerî ya bin navê ‘Ji Kula Derziyê’ kir û got: “Fikra pirojeya min li ser bingeheke diyalog û danûstandinên civakî ku nasname û kesayetiyê pêk tîne ye. Ew bi bûyerên tal û çîrokên rojane yên realîst re mijûl dibe, çi ji dorpêçê û çi jî neheqiya civakê ya ku em pê re dijîn. Peyama min ya vê projeyê zelal û eşkere ye. Ji ber armanca min ewe ku bi hunerên dîtbarî pirsgirêkên civakî yên dubarekirî ji Xezayê bikişînim û raxim ber çavan û çendîn hewldanan bikin û israr bikim ji bo ji nû ve pêşkêşkirina wê bi awirek nû û xerîb, bi vî awayî dibe bîranînek ji êşa rastiya tal bi awayekî komî.”
“Mafê her kesê heye ku bîr û baweriyên xwe ava bike”
Hunermend Rawan Axezeq ya 22 salî ku di pêşangehê de bi hunerên qalibkirî û tabloyên seramîkê beşdar bûye wiha behsa berhemên xwe kir: “Min hewil da ku xwe, dengê xwe, wêneyê xwe û hezkirina xwe ya ji muzîkê re di nav civakek tevlihev de ku azadiya fikrê hunerî û çandî sînordar dike de pêşkêş bikim. Min dît ku riya azadiya fikir bi xwe dest pê nake û li gora nêrîna min mafê her kesê heye ku bîr û baweriyên xwe ava bike. Îro piştî sê mehan min xebata pirojeya xwe ya hunerî bi dawî kir, berhemên min gelek balkêş bû û ji aliyê temaşevanan ve gelek hat ecibandin.”
“Navê pirojeya min Neynike”
Hunermenda 22 salî, Cîhad Cerbû da diyarkirin ku hestek gelek cûdaye her yek ji me bi hunera xwe peyamekê bide û wiha dom kir: “Min her tim hewil da ku bi awayekî nû û ecêb bersiva hinek pirsên li ser girtiyên di girtîgehên dagirkeriya Îsraîlê de bidim. Weke wateya azadiyê, gelo sedemên hebûna girtîgehê çi ye, girtiyê duyemîn kîne. Min biryar da ku bi şîrovekirina van mijaran projeya xwe ya hunerî bidim destpêkirin û min navê wê jî kir ‘Neynik’ heta ji destê min hat min hewil da ku li ser ronîkirina têgeh û termên ku xwedî gelek wateyê ne, çi li Filistîn û çi li cîhanê, bi pêşkêşkirina pirsgirêkên girtiyan û êşa wan nîqaş bikim. Pirojeya min gelek ji aliyê temaşevanan ve hate ecibandin.”
“Min xwest li kêleka hunermendên jinên ciwan cih bigrim”
Hunermenda plastîk Fîda El-Hesenat derbarê pêşangehê û projeyên jinên ciwan de nêrîna xwe wiha anî ziman û got: “Îro min xwest ez li kêleka hunermendên jinên ciwan bi sekinim, her yek ji wan xwedî helwesteke cuda nebû ji bo bilindkirina mijarên hestiyar. Ev hersê hunermend ji bo avakirina hestên hunerê ku ramana pêkhateyên xwezayê radixe ber çavan, wan karîbûn rêbazên nû yên huner û teknolojiya dîjîtal tîne cem hev bi karbînin. Min dît ku fikir xurt û cûrbecûr bûn û tiştê ku wan cûda kirî eve.”
Hêjayî gotinê ye ku Yekitiya Giştî ya Navendên Çandî li Xezayê hewl dide ku bi riya berhemên hunerî şarezayiya hunermendên ciwan pêş bixe û hêzê bide wan ku berhemên hunerî yên hevdem çêbikin.