Jinên Hîndîstanî serdana gundê Amarayê kirin

Heyetek ji Nûnerên Saziyên Jinên Hindistanî serdana mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ya li Amarayê kirin.

Navenda Nûçeyan – Paradîgmaya Demokrasî û azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê ji hêla kesên fîlozof, akademîsyen, demokrat, mirovên zanist ve tê meraq kirin û lêkolîn kirin. Bi taybetî jî paradîgmaya azadîxwaziya jin, yên herê zêde jî vê yekê meraq dikin jî jinin.

Heyeta ku ji nûnerên saziyên jinan yên Hîndîstanê pêk dihat, ku ji bo bernameya Newroza Amedê hatibûn kurdistanê, piştî bernameya Newrozê, seredana mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li gundê Amara Xelfetî ya girêdayî navçeya Rihayê kirin.

Her wiha, Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî tevlî hevdîtinê bûn. Heyet ji aliyê Mehmet Ocalan, Alî Ocalan, hevşaredara Xelfetiyê ya qeyûm tayînê şûna wê bibû Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, rêxistina DEM Partî ya Xelfetiyê û gelek welatiyan ve hatin pêşwazîkirin.

Mehmet Ocalan û Alî Ocalan der barê hevdîtina xwe ya dawî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkanîbûn agahî parve kirin û jinên Hîndîstanê jî xebatên ku derbarê paradîgmeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dimeşînin parve kirin.