Jinên hevberdan kirine neçar dibin li dijî zext û dûrxistinê têbikoşin
Di nava civaka pergala mêrsalar de, hevberdan ji bo jinan deriyê redkirina, biçûkxistin û zextên civakê diveke. Jin dibin hedefa her cûrê êrîşên wek tacîz û tecawîzan, li dijî vê rêyên têkoşînê pêşdixin.

NESÎM AHMEDÎ
Kirmanşan – Li herêmên cûda yên dinyayê jin bi awa û di astên cûda de rastî cûdakariyê tên. Di civaka Rojhilata Navîn de jin li hemberî bê mafiyên ku dijîn neçar dibin hê zêdetir têbikoşin. Bi taybet jinên zewicî, di qonaxên hevberdanê de yan jî piştî hevberdanê ji civakê tên dûrxistin. Digel ku ji bo jinekî derbarê jiyana xwe de biryar girtin zehmet e, gav avêtina jinek hevberdanê kiriye bi tenê serê xwe hê zehmet dibe. Ji xwe hevberdanê wek deqekê tê dîtin, zextan civakî hertim li ser jinan e.
Sahel ku beriya du salan hevjînê xwe berdaye, diyarkir ku piştî hevberdanê jiyana wê hê zortir bûye û got: “Ji roja destpêkê ku dema min gav avêtî dadgeha hevberdanê, min ferq kir ku hevberdan çiqas xeternak e. Ji ber xebatkarên dadgehê, bi hincetên alîkarîdayîna pêşxistina doza hevberdanê hewl dan xwe nêzî min bikin. Di heman demê de mêrên dinava malbata hevjînê min ê berê de jî bi hinceta destek û cesaretdayînê hewl dan bi min re têkilî danin. Di civakê de dema jinek hevberdayî hebe, hemû mêr bi armancên zayendî nêz dibin.”
Nêçîra di xefikê de
Tiştên tên jiyîn pirtûka Simone de Beauvoir a bi navê "Zayenda Duyemîn" bi bîr dixe. Lewra zewac weke xizmetkarekî li jinê mezyekirinê ve pêş dikeve. Dema jin dixwaze hevberde û ji mêr cûda bibe, koleyek ji bo ji esaretê rizgar bibe li şoreşê digere derdikeve holê. Civaknasa Kirmanşanê Farideh wateya jinbûnê bi van gotinan anî ziman: “Di çandek ku mêr hertiştî diyar dike, dema jinek biryar dide hevjînê xwe berde, dikeve nava têkoşînek ku tu caran jê xilas nebe. Gelemperî jinên hevberdan kirine ji aliyê malbatên xweve tên redkirin, ji ber vê ji bo serbixwe bibin, neçar dibin bixebitin. Dema li kar bigerin, deqa hevberdanê dibe sedem ku gelek ên kar didin, li beramberî têkiliyê daxwaza kar bidin wan bikin. Ger jin bixebite, ji aliyê hevpîşeyên xwe yên mêr û yê kar dide, daxwaza têkiliyan dikin. Ji ber jinek hevberdayî êdî ji her cûrê êrîşan re vekiriye. Weke jinek windakirî û wek qeleyek bê parastin pênase dike. Ji ber vê mêrên di civakê de jinên hevberdayî wek xefikek ya nêçîrê dibînin.”
Zexta bûyÎna hevjîna duyemîn li jinan tê kirin
Daxwaza mêrekê ya bûna xwedî jinekê, di hindirê hemû mêran de heye, ji ber di nava salan de serweriya mêran vê baweriyê bihêz kir. Lê belê zewac, pîroz tên dîtin, ji ber jinê wek mulkiyet tê qebulkirin, dema îtaat bike jinê wek pîroz qebul dike.
Derûnînas û şêwirmenda zewacê M. Seyidî têkildarî mijarê wiha got: “Min dît ku jinên ciwan piştî hevberdanê ji ber zexta malbatê bi neçarî, bi mêrên extiyar re bizewice. An jî neçar dimînin wekî jina duyemîn bizewicin. Jin tevî hemû zextan, li dijî êrîşan, ji berê bi awayek bi hêztir biryarên derbarê jiyana xwe de bi xwe didin.”