Jinên Hesekê: Em ê şoreşa xwe ji planên qirêj biparêzin

Jinên Hesekê li ser banga seferberiya xweparastinê ya Rêveberiya Xweser bi şerê gelê şoreşgerî taxên xwe diparêzin û dibêjin: “Em ji tiştekî natirsin, em ê şoreşa xwe ji planên qirêj biparêzin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Şehba-Efrîn û êrîşên li ser herêmê, ji bo xweparastinê bang kir û seferberiya giştî îlan kir. Jinên bajarê Hesekê li ser banga seferberiyê, bi ruhê şerê gelê şoreşgerî daket kolanan û taxên xwe diparêzin.

‘Emê xwe û şoreşa xwe biparêzin’

Nisrîn Silêman yek ji jinên taxa Miftî ya bajarê Hesekê ye. Nisrîn destnîşan kir ku di vê pêvajoya hesas de parastin erka jinan e û wiha domand: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrîşan tên. Li Şehba, Heleb, Şêx Meqsûdê, hêzên me yên parastinê û gelê wê, berxwedaniyek dîrokî dimeşînin. Di vê pêvajoya hesas de em nikarin rihet bijîn. Gerek em di wê giraniyê de bin û bi erkên xwe yên wijdanî rabin. Ji ber ku derdora me hemû şer e, erka me ya sereke parastin e. Şoreşa Rojava bi têkoşîn, berxwedana jinan destkeftiyên pîroz bi dest xist, niha dem dema parastina wan deskeftiyan e. Lewma îro em jinên bajarê Hesekê parastina şoreşê ji bo xwe erkeke wijdanî dibînin.”

‘Bi ruhê gelê şoreşgerî emê ji vê pêvajoyê re bibin bersiv’

Nisrîn Silman bal kişand ser nebawerî û bêbaweriya wan a ji hêzên navdewletî re û got: “Em îro hemû planên ku li ser me tên meşandin dizanin. Êdî her tişt eşkere bûye. Lewma em ne li hêviya tu dewletê ne ku were me xelas bike yan jî biparêze. Ji ber ku yên rewşa Sûriyeyê gihîştand vê astê, plan û siyaseta dewletan e. Baweriya me bi hêz û îradeya me heye. Me çawa Kobanê, Heleb û gelek bajaran rizgar kiribe û ava kiribe, emê bikaribin careke din bi ruhê şerê gelê şoreşgerî bibin bersiv ji vê pêvajoyê re.”

‘Kurd li ku derê bin divê rabin ser piyan’

Dayîka bi navê Hediya Mihemed banga parastinê li zarokê 7 salî heta mezinên 70 salî kir û got: “Ji bo ku em bikaribin bibin bersiv, gerek her kes di giraniya îlankirina seferberiyê de be. Ji ber îro li dijî hebûn, rêxistinbûyîn û felsefeya me şerek qirêj tê meşandin, dewlet hemû li dijî doza me bûne yek û planan li ser me didin meşandin. Ji bo ku em bikaribin bibin bersiv gerek her kes mal, tax, bajar û welatê xwe biparêze. Kurd li ku derê dijîn bila rabin ser piyan û bibin yek. Jinên bajarê Hesekê bi ruhê gelê şoreşgerî çeteyên DAIŞ’ê têk birin û îro jî bi wî ruhî emê parastina xwe û şoreşa xwe bikin. Çi ji me were xwestin em dayîk amade ne bikin, me perçe ji canê xwe daye, heya ku em gihîştine vê qonaxê. Gerek em layîq bin.”