Jinên Hesekê: Armanca dewleta Tirk têkbirina hevgirtina gelan e
Jinên Hesekê diyar kirin ku êrişa di 20’ê Çileyê de li ser Hesekê hat pêkanîn xwedî armanca xirabkirina hevgirtina civakî ya bi şoreşê re hatiye avakirin e û bang kirin ku çeteyên DAIŞ’ê yên hêj metirsiyek mezin li ser heremê ava dike, werin darizandin.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Êrişên li ser Hesekê yê di 20 Çileyê de bi hevkariya dewleta Tirk a faşîst ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser girtîgeha Sînaa ya Xiwêran a Hesekê bi armanca revandina çeteyên DAIŞ’ê yên berê hatibûn girtin, pêk hat carekê din destnîşan dike ku êriş û plangeriya dewleta Tirk a li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi armanca tûnekirin û derbkirina hevirtina gelê Bakûr û Rojhilatê Sûrî ye ku ev hevgirtina gelan bi şoreşê re mîsoger bû, bi pergalî bû. Li hemberî êrişên hat pêkanîn bi berxwedana QSD’ê yê bi navê Gûrzê Gelan hat destpêkirin, carekê din hat nîşandan ku ti hêzên dagirker wê nikaribe li hemberî îrade, sekin û hevgirtina gelên azadîxwaz raweste û wê nikaribe vê hevgirtinê xirab bike.
Têkildarî mijarê jinên Kurd û Ereb ên li taxa Til Hecer a Hesekê axivîn û destnîşan kirin ku hevgirtina gelan pilanên dewleta Tirk a dagirker têk bir û gotin: "Hewildanên dijminan ên derxistina fitneyan dê encam negirin, ji ber ku gelê herêmê hevgirtina xwe ava kiriye.”
“Îrade û hevgirtina me ji pilanên wan xurtir e”
Emîna Mihemed destnîşan kir ku hevgirtina gelan pilanên dewletan têk dibe û wiha got: “Dîrok û pêşerojeke hevbeş gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tîne gel hev. Di 12’ê Adarê de bi Rêjma Sûrî xwestin ev fitne çêbibe lê armanca wan negihişt serî. Îro li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê sîstemek hatiye ava kirin. Ev sîstem bi pêkanîna tevahî xwestekên gelan serkeftina xwe îsbat kir, têkiliyên wekhevî û yekîtiyê xurt kir. Ji bo wê dewletên nîjadperest li dijî vê sîstemê pilanên qirêj didin meşandin"
Emîna Mihemed tekez kir ku êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê bi fermana dewleta Tirk a dagirker pêk hat û wiha anî ziman: “Bi êrişên çeteyên DAIŞ’ê yê li ser girtîgeha Sînaa ya Xiwêran a Hesekê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Eyîn Îsa, Til Temir û Zurgan zêdetir kir. Ji bo piştgiriya çeteyan bike û ew carek din li ser lingê xwe bisekinin. Di heman demê de dema pilanên wan têk çûn dewleta Tirk êrişî Dêrik, Mexmûr û Şehba kir. Em dizanin ku li dijî pêkhateyên herêmê pilanek qirêj tê meşandin lê îrade û hevgirtina me ji pilanên wan xurtir e. Çeteyên DAIŞ’ê bi navê mislmantiyê bang dikin, lê tu rastiya wan tune ye. Olê Mislmantiyê kuştin, şerjêkirin qedexekiriye. Lê ew li dijî Islamê şer dikin û hemû cûreyên qedexekirî pêk tînin.”
“Pêwistî bi yekîtiya Kurdan heye”
Fatma Hecî Hesen li hemberî êrişên ku tên pêkanîn bêdengiya dewletên navnetewî şermezar kir û wiha got: “Bûyera dawî ya Xwêran hemû bi destê dewletan e. Ev komployek li dijî sîstema Rêvberiya Xweser e, dixwazin bidin diyar kirin ku Rêvberiya Xweser nikare gel ji terorê biparêze lê armanca wan bi yekîtiya gelan bibin ket. Dijmin dixwaze baweriya gelan bi sîstema Rêvberiya Xweser neyê. Wekê gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li hemberî vê projeyê emê têbikoşin. Di heman demê de dema çeteyên DAIŞ’ê bibin ketin dewleta Tirk a dagirker êrişî mexmûr, Şengal û Zurganê kir. Di vê pêvajoya hesas de Nêçîrvan Berzanî berê xwe da Tirkiyê û bi Erdogan re rûnişt. Ev gav ji bo tevahî gelê Kurd ne baş e, pêwiste em bibin yek û destê xwe ji destê dijmin derxînin. Yekîtiya me dê pêşerojek serkeftî ava bike.”
“Divê çeteyên DAIŞ’ê werin darzandin”
Fatma Osman da zanîn ku li dijî pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê komployek tê meşandin, dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin da ku wekî herêmên din ên Sûriyê bê ewle bin û wiha got: “Em bi saya berxwedaniya QSD’ê û şehîdan di nav ewlehiyê de jiyan dikin. Ewlehiya tu herêmên Sûriyê nagihêje ewlehiya herêmên di bin sîwana Rêvberiya Xweser. Bi riya bûyera ku li Xwêran qewimî xwestin derbeyekê li ewlehiya herêmê bixin, lê hevgertina gelan rê li pêşiya planên Erdogan û çi kesên xwestin ewlehiya herêmê têk bibin, girt. Wekê jinên taxa Til Hecer me taxa xwe parast û piştevaniya hêza xwe kir. Dema îrade, yekîtî hebe tu hêz nikare li hemberî wê bisekine. Divê çete werin darizandin û vegerin warên xwe. Çete xeterî li ser tevahî cîhanê ne. Bêdengiya dewletan piştevaniya wan a ji zindîkirina xeteriyê re diyar dike."
Çeçanê Mehmûd jî banga darezandina çeteyên DAIŞ’ê kir û wiha pê de çû: “Pêwist e ev çete werin darizandin ji ber ku xeterî li ser me û tevahî cîhanê ava dikin. Pêwist e dewletên navnetewî li hemberî vê mijarê bêdengiya xwe bişkînin û cîhan ji xeteriyê xelas bike.”