Hevjîna xwe şewitand û hewl dide bûyerê wekî xwekujiyê nîşan bide

Ji ber tunebûna qanûnek ku jinan diparêze û kontrolkirina adetên eşîrî, jina bi navê Teyba Mihemed, wek gelek jinan rojên dijwar derbas kir. Tevî ku dixwest hevjînê xwe berde jî malbat dibû asteng û nedihiştin devjê berde. Encama vê yekê jî dawiyê kuştina ji hêla hevjînê wê ve bû.

 
XUFRAN EL-RADΠ
Bexda – Teyba Mihemed a 20 salî ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê dihat û gelek caran hewl da bireve lê piştî ku malbat ket navberê, ew li hev anîn vegeriya. Li gorî çavkaniyek Teyba Mihemed ji hevberdanê bêhêvî bibû ji ber ku malbata wê biryara hevberdanê qebûl nedikir. Ev yek bû sedem ku ew digel êş û azarên ji hevjînê xwe dibîne jî tehemul bike û xwe ji rizgar neke loma jî di dawiyê de ev bûyera hovane pêk hat. 
Der barê êş û azarên wê yên di van rojên dawî de, av agahî ketin dest: "Hevjînê wê pêdiviyên wê yên xwezayî weke xwarin peyda nedikir û qet pere li malê xerc nedikir û rojane ew ji aliyê hevjînê xwe ve rastî gefên qetilkirinê dihat.
Kujer hê jî nehatiye girtin
Teyba Mihemed piştî bûyera şewatê çend rojan di nexweşxaneyê de ma, bedena wê ji sedî 100 şewitîbû û ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest da. Hêzên ewlehiyê heta vê kêliyê tawankar negirtine, tevî hebûna hemû delîlan jî. Hewl tê dayîn ku doz were paşxistina dozê û weke bûyereke întiharê were tomarkirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyek hêzên ewlekariyê yên berpirsyar hat teqezkirin ku lêkolîn hê jî berdewam dike û îfadeyên şahidan hatine girtin.