Jinên herêma Efrînê li dijî tecrîda girankirî meşiyan

Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bi pêşengiya rêxistina Kongra Star meşek girseyî hat lidarxist.

Şehba - Rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê bi dirûşma “Êdî bese ji tecrîd û dagirkeriyê re dem dema rizgarkirina Efrîn û azadiya Rêber Apo ye” li dijî tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin meşek girseyî li gundê Em Lihoş ê girêdayî navçeya Erezê lidarxist. Di meşê girseyî de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser her wiha şêniyên Kantona Efrîn û Şehbayê amade bûn. Meş li ser riya gundê Em Lihoş ê girêdayî navçeya Ehrezê bi berizkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê”,”Dem dema azadiya Rêber Apo ye”û”Bê Serok jiyan nabe” heya Meclîsa Malbnatên Şehîdan ya herêma Efrînê ya Gundê Til Qirah dom kir.

Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê Endama Komîteya perwerdê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan Hêvî Silêman axivî û ev tişt anî ziman: “Gelê ku niha li kantona Şehbayê djîn hêza xwe ji berxwedana Îmiraliyê digire. Dewleta tirk ji hêz û berxwedaniya gelê Kurd matmayî maye. Pirojeya Netewa Demokratîk dijmin ditirsîn e. Fikir û felsefeya Rêber Apo li cîhanê tevahî belav bûye û her ku diçe deng dide. dewleta tirk a dagirker dev ji pilanên xwe yên qirêj bernade, bi armanca siyaseta qirkirin, tunekirin û guhertina demografîk êrîş dike. Kiryarên dewleta tirk li ser hemû pêkhate û herêman belav bûye. Çareserkirina aloziya Sûriyê û hemû pirsgirêkan azadiya Rêber Apo ye. Erdoxan ji hizrên jinan bi taybet jinên kurd ditirse ji ber wê di herêmên dagirkirî de jinan hedef digire.”  

Meş bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” û ”Dem dema azadiya Rêber Apo” bi dawî bû.