Jinên Heratê li dijî qedexeyan jî berheman hildiberînin

Tevî ku li Afganistanê hewl tê dayîn jinan ji kar, huner, perwerde û jiyana civakî bê jêbirin jî, jinên Heratê bi hunera xwe nîşana hebûna xwe didomînin.

Navenda Nûçeyan- Jinên Afganî ji bo protestokirina Talîbanê rêbazên cuda û nû pêş dixin. Beranberê wê lêza qedexeyên Talîbanê yên li ser jinan jî bênavber didome. Jinên ku tevlibûna van ji jiyana huner, perwerde, qadên civakî û xebatê  re tên astengkirin, hewl didin bi awayekî xwe li jiyanê bigirin. Herî dawî jî hat hînbûn ku astengî ji bo xebitinan jinên ku di atolyeyan de terzîtî dikin hat anîn. Hat tomarkirin ku li bajarê Herat a Afganistanê talîmata ku qedexekirina karê karkerên jin hatiye dayîn.

Li Kandaharê qedexeya muzîkê

Her wiha hat zanîn ku li bajarê Kandaharê ya Afganîstanê Talîbanê derbarê nebarkirina muzîk ya jinan a telefon û kompiterên xwe daxuyanî daye. Hat ragihandin dikandarê ku talîmat dane li karsazê ku karê komputer û teknîkî dikin, telefonên desta, kompîturan difiroşin û tamîr dikin, ji malzemeyên teknîkî ku yên jinan anîne re muzîk bar nekin, rastî gefê Talîbanê hatiye.

Ji jinen Heratî pêşengeh

Li Heratê hunermendên jin ên ku bi taybetî li dijî qedexeya sergirtinê hatin cem hev, hilberînên xwe kolektîf kirin. 5 hunermendan bi hunera hat qedexeyan li ser berhemên xwe nîşan dan. 5 jinên ku diyar kirin ku ew dixwazin berhemên wan "hêvî" biafirîne, dibêjin ku ew dixwazin ji bo hemû jinên hunermend hem bibin hêvî û ronahî. Berhemen jinan ecibandinek mezin komkir.