Jinên Helepçe li hemberî talana xwezayê bang li hikumetê kirin
Jinên Helepçe li dijî êrîşên dewleta Tirk nerazîbûna xwe nîşan dan û daxwaz ji hikumetê kirin ku li dijî van êrîşan helwesta xwe bide diyarkirin.
MIHRÎBAN SELAM KAKAKYÎ
Silêmanî - Pîştî dewleta Tirk dest bi dagirkirina xaka Kurdistanê kirî û darên Kurdistanê birîn û derbazî Tirkiyê kirin helwesta gelê Başûrê Kurdistan li dijê vê yekê her roja ku diçe berfirehtir dibe û dengek mezin ji hemwelatiyan derdikeve. Di rapora CPT de ji hat diyarkirin ku dewleta Tirk sivil kirine armanc û gund vala kirine, bax û baxçeyên hemwelatiyan şewitandine û daran dibirin. Jinên Helepçe ya ser bi Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê jî dan diyarkirin ku bêdengiya hikumeta herêma Kurdistan û Iraqê dibe sedemê dagirkeriya dewleta Tirk zêdetir bibe.
“Dîrok xwe dûbare dike”
Mamosta Aşna Abdulla di derbarê êrîşên li ser xaka Kurdistanê de balkişand ser bibîrxistina dîrokê û wiha dewam kir: “Mixabin rejîma Baas di sala 1988’an de komkujiya Helepçe pêkanî û me bi hezaran şehîd dan û xaka me qirêj bû. Niha jî dîrok xwe dûbare dike û vê carê dewleta Tirk dest bi dagirkeriya xaka me kiriye û daran dibire û rezên me di şewitine. Bi awayek din dixwazin me tune bike eve karesatek miroviye. Em nizanin ji ber çi hikumeta herêma Kurdistanê, parlemen û kesên berpirs ji ber vê karesatê bê dengin. Ji ber mijarek evqas giring hikumet dengê xwe dernexin wê kengê deng derbixe, ma êdî ji bo hikumet dengê xwe derxe divê çî bê kirin. Bêdengiya parleman û hikumeta herêma Kurdistanê rewşê hîn xiraptir dike. Ev dagirkeriye karesateke, ev çend sale Kurdistan şîne û em di parêzîn, dîsan hat hedefgirtin û talankirin. Niha jî dewleta Tirk jiyanê tune dike û xwezayê di şewitîne. Ev bêdengiye rewşa Başûrê Kurdistanê hîn xirabtir dike û pêwîste hemû aliyên siyasî helwesta xwe bidin nîşandan.”
“Pêwîste rêxistinên civakî hîn zêdetir dextê li hikumetê bikin”
Şadî Mehmûd jî bal kişand li ser dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve û wiha got: “Dewleta Tirk bi hinceta hebûna Hêzên gerîlayên PKK’ê, xaka me dagir dike, dixwazin bi vê hêcetê ziyanek mezin bidin xwezaya Kurdistanê. Mixabin hêjmarek zêde darên Kurdistanê hatine birin eve ji bûye sedemê nerazîbûnan hemwelatiyan. Pêwîste çalakvan û rêxistin dengê xwe zêdetir bilind bikin û bi çalakiyên xwe dextê li hikumetê bikin ku ew jî neçar bibin helwesta xwe nîşan bidin. Helepçe xwedî karesetek dîrokiye ji ber kimyabaranê ziyanek mezin gihaye xwezaya wê. Lê hemwelatiyan ji ber li xaka Helepçe xwedî derkitiye û lê meyze kiriye bi xwe jiyan dane Helepçe. Ez bang dikim em hemû bi hev re dengê xwe derxin da ku ev êrîş û bombardûmane were rawestandin û dijmin nekare xwezaya ciwan ya Kurdistanê tune bike.”