Jinên Helebê ji bo parastina xwe dest bi perwerdeya çekan kirin

Jinên taxa Şêx Meqsûd a bajara Helebê ji bo li hemberî şerên dijminan û parastina xwe dest bi perwerdeya bikaranîna çek kirin.

Heleb - Jinên berxwedêr a taxa Şêx Meqsûd ya bajara Helebê li Akademiya Star ji bo amedekariyên xwe yên şer û parastina malbat û zarokên xwe dest bi perwerdeya bikaranîna çek kirin. Di perwerdeyê de jihevxistin, komkirin û gulê avêtina çekan bûn.

“Divê em herdem ji bo şer xwe amede bikin”

Jina xwedî hêz û îrade Rengîn derbarê perwerdeyê de wiha got: “Em weke jinên Kurd ji bo amedekariya şer ji me te xwestin ku em xwe fêrî bikaranîna çekan bikin. Ji bo em axa xwe, zarokên xwe, gel û taxa xwe biparêzin divê em xwe ferî bikaranîna çekan bikin. Ji ber ku rojane êrîş li ser me tên pêkanîn, weke jinên Kurd me peşniyar kir ku em perwerdeya bikaranîna çek bibin."