Jinên HDP: Wê têkoşîna me ya azadiyê serbikeve

Lêjneya Rêveberiya Xwecihî ya Partiya Demokratîk ya Gelan HDP’ê Encamnameya civîna xwe eşkere kir.

Navenda Nûçeyan- Lêjneya Rêveberiyên Xwecihî ya Partiya Demokratîk ya Gelan HDP ku di 3'yê vê mehê de civîna nivê demê li Silopya hatî li darxistin encamên civîna xwe bi metnek nivîskî parvekirin. 

Di encamnameya civînan de bal hat kişandina li ser polîtakayên zext  û çepisanidnê desthilata AKP/MHP  y ali dijî jinên Kurd û wiha hate gotin: “Bi destê qayuman dixweza têkoşîn û destkeftiyên jinan, bi binçavkirin girtinan dixwazin ji rêzê bikin. di encamnameyê de îşaret bi oparasyonên li dijî TJA û êrîşên girtinan li Tirkiye li beramberî hemû tevgerên jinane. 

‘Em dest ji têkoşînê bernadin’

Di encamnameyê de hat destnîşan kirin jin wê li dijî hemû êrîşan dest ji têkoşîna xwe bernedin û desthiladariya mêr ya ku destkeftiyên jinan xesp dikin û her cure tifaqên mêran wê winda bikin, wê têkoşîna me ya azadiya jinan qezenc bike. Diyarkir ku cih negirtina jinan di sistema rêveberiya xwecihî de wê rêvebirinek demoqratîk ne mumkun be û wiha hate gotin: “Siyaseta bê jin yan jî  kirdeya jin nebe tu siyaset nabe civakî û wê ji bo me jinan jî rewa nebe. Dijminê Kurd û jinan li dijî vê rejîmê emê li herderê parastina sîstema azadiyê bikin û em dest ji inşakirina wê bernadin.”

‘Emê xeta avakirina têkoşîna bi hevre dewam bikin’

Di encamnameyê de bi bîr xistin ku sistema hevserokatiyê vi tayinkriina qeyuman bûye hedef û wiha dom kir: “Di rêveberiyên xwecihî de ezmunên me yên berê emê xeta avakirina têkoşîna hefpar berdewam bikin. Bi qasî teşhîrkirina texrîbatên qeyûman û parastina modela me ya azadiya jinê ya li dijî qeyûman, parvekirina tecrubeyên xwe yên bi hemû jinan re jî di nav xebatên me yên avakirinê de ne. Em ê 'stratejiya xwe ya avakirina ji nû ve' li ser esasê parastin, birêxistinkirina ji nû ve û bilindkirina destkeftiyên jinan esas bigirin.”

Emê bibin rêya çareseriya azadî û wekheviyê’

Di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku dirûşmeya Jin Jiyan Azadî ne tenê motivasyona têkoşînê li hemû cihanê ye û eve fikreke û wiha dom kir: “Ev fikr, weke demokrasiya herêmî li Rojava civakeke wekhev û azadiya jinê diparêze ava dike. Li Îranê, li dijî rejîma dijminê jinan serhildana demokratîkbûnê û civakîbûna têkoşîna jinan pêk aniye. Rastî ew e ku; bi azadbûna jinê re civak azad dibe, bi serkeftina jinê re gel jî bi ser dikeve. Hemû cîhan vê dibîne. Ji ber ku tifaqa AKP-MHP'ê bûye rejîma zextê û şer, qeyûman tayînî şaredariyên HDP’ê dike û dixwaze modela azadiya jinê têk bibe û jin û gelê kurd bê statu û vîn bihêle. Ev feraset gelên Tirkiyeyê jî bêparastin dihêle. Weke jin di pêvajoya pêş de emê stratejiya xwe ya avakirina ji nû ve  li ser parastin, birêxistinkirin û bilindkirina deskeftiyên jinan ava bikin. Hemû hilbijartiyên me wê di vê mijarê de bikevin pêvajoyeke ked û lêhûrbûnê. Bi deklerasyona xwe ya avakirina ji nû ve em ê biryardarî û çawabûna rêxistinbûna xwe ya têkoşînê bi hemû jinan re parve bikin. Tev bi hev re em ê li dijî texrîbatan bibin rêya çareseriyê ya wekhevî, azadî û hêviyê.”