Jinên Filistinê ji bo di pêvajoya biryar girtinê de cîh bigrin tedikoşin

Ji Yekitiya Komîteyên Jinên Filistînî Suheir Khader, diyar kir ku zîhniyeta mêr nahêle jinên Filistînî tevlî pêvajoyên biryardanê bibin û got ku divê li dijî neheqiya ku tê jiyîn zêdetir xebat bên kirin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Êrîşên Îsraîlê li ser Zivala Xezayê ket meha 11’an. Bi hezaran mirov di şer de hat qetilkirin, birîndar bûn û cihê xwe bûn. Nîqaşên agirbestê berdevam dike, di mûzakereyan de nebûna jin, di navendên biryar girtinê de cîh nedayîna jinê dibe sedema bertekan. Yekitiya Komîteyên Jinên Filistînî Suheir Khader diyar kir ku beriya şerê li Zivala Xezayê, tevlîbûna jinan di qada siyasî de her çiqas ne di asta tê xwestin de be jî destpêkir, lê ji ber ku şert û mercên heyî xerab bûne, hewldanên ku hatine kirin bê encam mane.

‘2 jin di mûzakereyan de cîhê xwe girtin’

Suheir Khader diyar kir ku jinên Filistinê di herî pêş de tekoşîna xwe dane meşandin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di dîrokê de gelek jinên pêşeng ên qehreman hene yek ji wan jî Leyla Xalid e û ev jinan ji bo me mînak in. Lê jinên Filistînê di mafê xwe xwestinê de kêm dimînin. Di pêvajoya mûzakereyan de tenê 2 jin (Hanan Ashrawi ve Zahira Kamal) cîhê xwe girt. Lê dema em meyze dikin di pevçûnan de herî zêde berdêl dane jin û zarok in. Di Zivala Xezayê de sucên dij mirovî tê jiyîn û kes nîne ku êşa gel û xwînê bide sekinandin ku nûnertiya gel bike.”

‘Divê jin bên îqnakirin’

Suheir Khader di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jinan di diyalogên netewî de cîhê xwe negirtin û iha gotinê xwe domand: “Ji ber pergala serdest a mêr li ser civakê serdest e, jin nikarin di navendên biryardayînê yên li Filistînê de cih bigirin. Ji bo ku em vê rastiyê di dîka siyasetê de tê jiyîn biguherînin  divê tevger û rêxistinên jinan seknekî saxlem raber bikin. Dvê jin bên îqnakirin ku di navendên biryardayînê de cihê xwe bigrin û astengiyên tên ferzkirin derbas bikin.”

Mafê jinan

Suheir Khader  got ku bi qasî 18 salan nebûna hilbijartinên giştî bûye sedem ku jinên Filistînî di qada siyasetê de cih negirin. Li dijî neheqiya ku tê jiyîn, divê sendîka, sazî û jinên Fîlîstînî yên femînîst, li dijî neheqiya ku tê jiyîn, ji bo mafê temsîliyeta di saziyên bilind ên siyasî de bi dest bixin û divê gelekî bixebitin. Suheir Khader bal kişand ser wê yekê ku divê hin zagon bi taybetî jî Qanûna Rewşa Medenî bên guhertin û got ku girîng e jin di warê aborî de bi hêz bibin. Suheir Khader  anî ziman ku eger wisa nebe jin nikarin mafên xwe yên siyasî bi kar bînin û diyar kir ku di warê tenduristiyê de gelek jin weke îro nikarin mafê xwe yê dermankirinê bikar bînin û bi hezaran birîndar hene ku nayên dermankirin.

'Îsraîl bi riya şer jinan qetil dike'

Suheir Khader  ku bal kişand ser girîngiya lêkolînên hişmendiyê ji bo guhertina nêrîna civakê ya li ser jinê û wiha got: “Ji bo jin serxwebûna aborî bi dest bixin û mafên xwe yên siyasî bi dest bixin, pêdivî bi perwerdeyê heye. Divê saziyên mafên mirovan jî ji bo pêkanîna biryara hejmar 1325 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî seferber bibin. Çi li Şerîeya Rojava û çi jî li Qudsê, zilma Îsraîlê ya li ser jinên Filistînî didome. Îsraîl mafên herî bingehîn ên mirovan binpê dike. Vîdyoyên ku şert û mercên girtiyan di girtîgehên Îsraîlê de nîşan didin, binpêkirinan bi zelalî nîşan didin. Îsraîl bi rêya şer jinan qetil dike.”

'Jin axa xwe terk nakin'

Suheir Khader  anî ziman ku ew li bendê ne ku piştî şerê li Xezayê bi dawî bibe rewşa jinên Filistînî li gorî têkoşîn û fedakariya wan baştir bibe û wiha bi dawî kir: "Tevî hemû polîtîkayên qetlîamê jî jin axa xwe terk nakin. Em dikarin bibêjin ku ev yek girêdayî têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan e.