Jinên Filistînê bi daxwaza qebûlkirina Qanûna Parastina Malbatê civiyan

Beşdarên konferansa bi boneya 8’ê Adarê di navbera jinên Ramallah û Xezayê de hat lidarxistin bal kişandin ser pêwîstiya qebûlkirin û pêkanîna Qanûna Parastina Malbatê.

NEXEM KARACA
Xeza- Xebatên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Filistînê jî bi çalakiyên cuda dewam dike. Ji aliyê Hevbendiya Amal a Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan di navbera Ramallah û Xezayê de bi diruşma "Parastina Malbatê mafekî neteweyî ye, serpêhatî û ders e" li ser zoomê konferansek hat organîzekirin. Di konferansê de jinan tekezî li ser pêwîstiya derxistina Qanûna Parastina Malbatê kirin. Beşdarên konferansê têkildarî mijarên hatine nîqaşkirin ji ajansa me re axivîn.
“Emê li ser ezmunên jinan rawestin”
 Rêvebera Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiya Yasayî ya Jinan, Zeyneb El-Gûnêmî têkildarî mijarên hatine nîqaşkirin de nirxandinên giring kir. Zeyneb El-Gûnêmî da zanîn ku li hemberî tundiya li ser jinan tê kirin wan pêdivî bi xebatek wiha dîtine û wiha got: "Bi destpêka meha Adarê û nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re me ev konferans bi armanca zexta li ser pejirandina yasaya parastina malbatê ji tundiyê li dar xist. Ji bo ku em li ser dersên sûdmend û ezmûnên ku têkoşîna di gelek welatên ereb û Filistnê de li ser kar kiriye rawestin. Divê were zanîn ku komcivîna rêxistinên têkoşîna li dijî tundutujiyê, ji damezrandina xwe ve di sala 2000’î de 17 saziyên mafên mirovan û civaki yên yên femînîst di nav xwe de dihewîne. Bi mebesta guhertin, sererastkirin û danîna qanûnên li dijî zayenda civakî berdewam kiriye. Heman tişt ji bo hevbendiya Amal jî derbas dibe ku di sala 2009'an de hat damezrandin û 14 saziyên femînîst ên Xezayê digire nava xwe. Bi armanca lihevkirina qanûnên Filistînê bi peymanên navdewletî re bi awayekî ku parastina jinan ji tundutujiyê garantî bike hatiye avakirin.”
Zeyneb El-Gûnêmî behs kir ku tevî fedekariya jinên Filistînî li hemû cihên hebûna xwe di çarçoveya bilindkirina statûya jinan di asta malbat û civakê de jî, ev yek wan ji neheqiya tê kirin çi li ser asta malbatê an asta civakê bêpar nahêle. Zeyneb El-Gûnêmî bal kişand ser bandorên neyînî ji bo têkçûna Meclîsa Zagonsaz, bi taybetî li ser nebûna qanûnên parastina jinan. Zeyneb El-Gûnêmî bilêv kir ku rewşa jinê di hemû astan de weke endama herî lawaz a malbatê kêm maye û statûya jinê jî wê weke mijareke girêdayî guhertina rastiya siyasî di her alî de bimîne.
“Ji ber nebûna rêgezên qanûnî her diçe tundiya li ser jin û zarokan zêde dibin”
 Nûnera Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînî Fewziya El-Huweyhî jî bal kişand ser mijara hebûna sîstemeke parastina malbatê ji tundiyê û wiha got: "Tevgera femînîst û netewî ji bo erêkirina Qanûna Parastina Malbatê ya Filistînê li gorî bendên vexwendina Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînî û bersivdayîna fraksiyonan û saziyan ji bo avakirina yekitiyek civakî ji bo serkeftina vê biryarê derket pêş. Her çend ku di van demên dawî de gelek dozên têkildarî kuştina jin û zarokan derketine jî, çi di Xezayê an bankariya Rojava de be di wê demê de, pirsgirêkên raya giştî çêbûn û civak bi wan re aktîv bûn. Ji ber nebûna rêgirek qanûnî ya ku van sûcan bisînor dike her diçe sucên bi vî awayî zêde dibin.”
Fewziya El-Huweyhî diyar kir ku nîqaşa pêşnûmeya qanûna parastina malbatê berfirehtir bû û nêrîn di navbera alîgir û dijberan de hatin parvekirin û wiha got: “Rastiya rewşa Filistînê jî weke civakên din ên ereb e, di aliyê daxwaza mafên jinan ku ew pevçûneke di navbera hêzeke ku baweriya xwe bi mafên jinan tîne û hêzeke din jî bi mafên wan bawer nake, li gel destkeftiyên ku bi dehan salan bi dest xistine. Em ji bo bihêzkirina jin û bilindkirina rola wê di astên cuda de banga bilind kirina xebatê dikin.”
Rasmiya Ebû Erce jî got: "Armanca konferansê lêkolînkirina tundiya li ser jinan a ji aliyê 5 welatên Ereb ve û banga parastin û wekheviyê ye.” 
Endama Desteya Rêveber û Berpirsa Têkiliyên Giştî ya Komcivîna Medyaya Jinan a Başûr Sûad Ebû Xetla jî got ku konferansa hat lidarxistin encamdana xebata gelek salan bû û daxwazên ji sala 2014'an ve ji bo derbaskirina Qanûna Parastina Malbatê bû û wiha domand: “Rewşa siyasî sedema sereke ya têkçûnê ye, em daxwaza pejirandina vê yasayê li hemû welatan dikin, bi taybetî li Filistînê. Ji bo parastina malbatê, jin û zarokan rastî gelek binpêkirinan tên. Her carê em kuştina jin an zarokekî di encama nebûna rêgezên qanûnî de dibihîzin.”