Jinên ji Eyn Îsa: Di her salvegera komkujiya Helincê de daxwaza têkoşîn û tolhildanê nû dibe
Jinên navçeya Eyn Îsayê ji bo 2’emîn salvegera komkujiya Helincê û li dijî qetilkirina jinan meşekî girseyî lidarxistin û destnîşan kirin ku hêrsa wan a li hemberî komkujiya Helincê hêj nû ye û di her salvegerê de daxwaza wan a têkoşînê nû dibe.

Eyn Îsa – Jinên ji navçeya Eyn Îsayê bi armanca bîranîna sê jinên ku li Helincê hatin qetilkirin meşek girseyî lidar xistin û daxwaza xwe ya bilindkirina têkoşînê bilêvkirin.
Dewleta tirk di 23’ê Hezîrana 2020’an de maleke welatparêz bi balefirên bê mirov bombebaran kir. Di encamê de Endama Koordînasyona Kongra Star ya herêma Firatê Zehra Berkel, Rêveberiya Kongra Star ya navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayîka welatparêz Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan.
Di vê çarçoveyê de rêxistina Kongreya Star li dijî komkujiyê û hedefgirtina jinan dest bi rêzeçalakiyan kir. Li ser vê bingehê îro kongreya Star ya navçeya Eyn Îsa-Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek girseyî lidar xist. Di meşê de jinên Eyn Îsa yên ji pêkhateya Kurd û Ereb, her wiha endam û xebatkarên sazî û rêxistinên civaka sivîl amede bûn.
Jinan wêneyên hersê têkoşerên komkujiyê, alên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Partiya Sûriya Pêşeroj hilgirtibûn.
“Dewleta tirk di kesayeta jina azad de neteweya demokratîk hedef digre”
Piştî yek deqe rêzgirtinê rêveberiya Kongra Star a Eyn Îsa Emîne Omer axivî û got: "Em careke din bi hestên xemgîn û tolhildanê pêşwaziya salvegera komkujiya Helincê dikin. Ev ne cara yekem e ku dewleta tirk komkujiyeke bi vî rengî li hember jinên têkoşer, azad û pêşeng pêk tîne. Komkujiya Parîs, Silopî, Hevrîn Xelef, yadê Eqîde, Seda Hirmiz, Hind Letîf mînakên vê yekê ne. Ev jin li cihên cuda û ji pêkhateyên cuda ne, lê dewleta tirk dixweze di kesayeta jina azad û pêşeng de pirojeya netewa demokratîk û azadiya jin ji holê rake."
“Têkoşîna me bi van binpêkirinan ranweste”
Her wiha endama Partiya Sûrî ya Pêşerojê Zehra El-Weys peyama partiyê wiha pêşkêş kir: "Di her salvegera komkujiya Helincê de, daxwaza têkoşîn, berxwedanî û tolhildanê nû dibe. Em îro weke jinên Eyn Îsa li dijî qetilkirina jinan û kiryarên dewleta tirk yên li hember xeta jina azad, li kolanên Eyn Îsa rabûn ser piyan da ku em bêjin wê têkoşîna me bi van binpêkirinan ranweste."
Meş bi diruşmeyên "Şehîd namirin", "Jin, jiyan azadî" û "Berxwedan, jiyan e" bi dawî bû.
"Em ji van êrîşan natirsinin"
Zehra Salih Mihemed ku beşdarî meşê bûbû, nêrîna xwe wiha bi me re parve kir: "Em îro weke jinên Kurd û Ereb daketin e qadan da ku em êrîşên li ser jinan şermezar bikin, ked û têkoşîna şehîdên komkujiya Helincê bibîr bînin. Her wiha me xwest ku em di nava gef û êrîşên dewleta tirk yên li ser Eyn Îsa diyar bikin ku em ji van êrîşan natirsinin. Dewleta tirk bê navber êrîşî sivîlan, jinan û zarokan dike. Ji ber vê diyar dibe ku rêgezên dewleta tirk tune ne, şehîdên Helincê jinên çalakvan bûn. Em weke gelê vê herêmê daxwaza aramiyê dikin, lê dewleta tirk bê navber êrîşî me dike."