‘Jinên Efgan kabûsên herî xirab jiyan dikin’

Di sala 3’emîn a ku Talîban rêvebirina Efganîstanê bi dest xistî de ji Saziya Şopandina Mafên Mirovan Ferişte Abbasi di rapora hazirkirî de, bal kişand ser jinên Efgan kabûsên herî xirab jiyan dikin.

Navenda Nûçeyan – Lekolînerê Efgan yê Saziya Şopandina Mafên Mirovan Ferişte Abbasî rapora girêdayî 3 salên dawî ya rêvebirina Talîbanê weşand.

 Di raporê de cih dan van gotinan:

“Talîban, dema Efganîstan hatî desthilatdariyê di 15’ê Tebaxa 2021’an heya niha, ji milê mafan ve kirîzên giran pêkanî, niha Efganîstan kirîza mirovahî ya herî xirab jiyan dike û bun sedem ku mirov bi darê zarî ji cihê xwe bibin. Yek ji zehmetiyên li pêşiya me jî bi hatina Talîban ya desthilatdariyê bi hezaran Efganên koçî welatên wekî Tirkiye, Netewên Yekbuyî yên Eraban, NYE, Îngilîstan, Elmanya, Kanada kirî di nav ne diyariyan de jiyan bikin.

Efganîstan, yek welate ku piştî zarokên keç derbasî refa 6 dibin xwendin ji bo wan tê qedexe kirin. Bi azadiya gotin û çapemeniyê re çalakiyên jinan yên di nava civakê de tên binpê kirin. Ji ber astengên Talîban xwe gihandina pêdiviyên tenduristiyê tên asteng kirin û tenduristî di bin xeterê deye. Rapartora Taybet ya Efganîstanê ya Netewên Yekbuyî Richard Bennett ev rewşa tê jiyan kirin bi van gotinan da nasîn: ‘Sîstema cihêkariya sazî buyî, bêrezî ji bo rûmeta mirovan û vederkirina jinan.’

‘Divê berpirsê sûcan hesab bidin’

 Jinê Efgan xewreşa herî xirab dijîn. Jin bi hincetên hîcabê tên girtin, xwepêşander, rexnegir û rojnemaven tên girtin û rastî tundiya fîzîkî, gef û tepesandinê tê. Divê berpirsên sûcên li Efganistanê hesab bidin. Li aliyê din qutbûna alîkariyan krîza mirovî ya li Efgansitanê hê kurtir kiriye. Li gora rapora Ofîsa Koordînasyona Karê Mirova yên Netewên Yekbûyî; ji nivê zêdetirî nifusa 23 milyon rû bi rûyî krîzê ne. Di nava ên ku herî zêde ji kêmaniya xurekê bandor dibin jin jî hene. Windakirina alîkariya ji derve, ziyanek mezin daye sîstema tendirûstiya Efganistanê. Nexweşiyên ji ber kêmaniya xwarinê zêde bûne. Divê welat çareseriyan ji bo kêmkirina krîza mirovî ya ku ji ber polîtakayên zextê yê Talîban hê bi hêztir nebûne ava bikin. 

‘Divê bangek ya çalakiyan hebe’

Em dikevin sala sêyem ya rêveberiya Talîban û ev rewş krîza mirovî ya li Efganistanê bi awayek bi êş bi bîr dixwe. Tiştên hatin jiyîn di heman demê de divê bibe bangek ya çalakiyan. Hikumetên ku li gel Talîban, divê were zanîn ku zextên ku li dijî jinan û tevahî Efganistanê,  di çarçoveya hiqûqa navenetewî ya Efganistanê binpê dike deye. Divê ji bo krîza mirovî ya li Efganistanê çareseriyên mayînde werin ava kirin û alîkarî zêde bibin.”