Jinên Efgan bi derfetên kêm bingeha aboriya xwe ava dikin
Li Efganistanê xizanî, şer û astengkirina xebatên çandî, jiyanê zor kiriye. Jinên li herêmên gundewar bêdeng in lê dikare were gotin ku bingehên aboriya herêmî ava dikin. Bi keda ji bo axê didin ji bo pêşerojeke ronî dixebitin.

BAHARÎN LEHÎB
Afganistan – Piştî Talîban hat ser rêveberiya welat, di serî de jn, li ser civakê zex zêdetir bûn. Welatê ku ji aliyê aborî ve xwedî çavkaniyên dewlemend e ji ber polîtîkayên rêveberiyê gel di mercên pir zor de dixebite.
Aboriya Efganistanê salên dirêj e, li ser çandinî û ajalkariyê ye. Li herêmên cuda yên welat, ax û zeviyên berhemdar hene û gel bi hewldanên xwe, hewl dide bi çandina fêkî, dexl û sebzeyan debara xwe bike. Jin jî di vê pêvajoyê de xwedî roleke çalak in; her çendî pere zêdetir di destên mêrên malbatê de be jî gelek jinên cotkar diyar dikin ku ew xwe azad hîs dikin û ji ber hilberînê dikin şanaz in.
Di serdanên me yên li bajarên cuda de, me bi jinên ku çandiniyê dikin re hevdîtin kir. Tevî gefên Talîbanê jî van jinan karê xwe didomînin û vê berxwedana xwe weke çavkaniya rûmetê dibînin.
Jinên ku li dijî misilmaniya bi zorê li ber xwe didin
Nûristan, li rojhilatê Efganistanê bajarekî di navbera çiyayên bilind de û mirov bi zorê digihîje wir. Beriya ku Emîr Abdurrahman Xan vê herêmê dagir bike, gelê wê misilman nebû loma bi navê herêmê “Kafiristan” bû. Piştî ku Abdurrahman Xan di salên 1895–1896’an de ji bo gelê herêmê bike misilman herêm dagir kir, bi komjiyên li dijî gelê Hazara re, gelê Nûristanê jî bi zorê bû misliman. Ji ber vê yekê Nûristaniyan di tevahiya dîrokê de bedelên giran dan.
Jinên li vî bajarî, li Efganistanê yên herî azad bûn. Çandinî û ajalkarî di dest wan de bû, di biryarên qebîleyan de jî xwedî gotin bûn. Di dema dagirkeriya Sovyetê de, li herêmê gelek navendên berxwedana gel hatin avakirin û jinan li pişt eniyan, bi kişandina çek û xurekê roleke çalak lîstin lê bi demê re, bi taybetî bi bandora mezhebê wehabî, zextên li ser jinan zêde bûn. Îro jî xebatên çandiniyê zêdetir ji aliyê jinan ve tên birêvebirin lê di mijarên civakî de ji pêvajoyên şêwrê ji derve tên hiştin. Ev herêm weke bajarên din, ji riyên rast, navendên tendirustiyê, dibistan û cihên bazarê bêpar e, mirov neçar dimînin bi saetan di riyên çiyayan de bimeşin. Tevî hemû zoriyan jî jin dest ji azadiya xwe bernadin.
Jin di warê perwerdeyê de bi îsrar in
Bamyan jî li navenda Efganistanê ye û yek ji bajarên ku rêjeya jinên xwendin û nivîsandinê dizanin lê zêde ye. Di dema destpêka rêveberiya Talîbanê (1996–2001) de li vê herêmê tenê di rojek de 350 kes hatin gulebarankirin. Piştî vê trajediye, jinan bi armanca desteka ji bo malbatên xwe, bi hevgirtin biryar dan ku bi dorveger perwerdeya xwe bidomînin û di vê yekê de bi ser jî ketin. Piştî ku Talîban careke din hat ser rêveberiyê, neçar man bikevin malên xwe lê vê carê jî dest bi çandinî û ajalkariyê kirin. Li vê hewaya ku avhewaya wê cemidî ye, çandinî zor e lê tevî vê jî Bamyan di warê çandina darên sêvan û kartolan de, li welat yek ji bajarên pêşketî ye. Jin her wiha ji bo çêrandina ajalan derdikevin zozanan, mest, penîr û rûn çêdikin.
Di bexçeyên biçûk de hilberîn didome
Li bajarên li bakar, Parvan, Kapîsa, Pençşîr û Baglanê, jinên gundan, hem karê malê dikin, hem jî bi mêran re di nava zeviyan de dixebitin. Logar, Paktiya û Paktîka jî li dikevin aliyê rojhilatê welat. Jinên li van herêman, tevî hemû kêmanî û ramanên ku dijminahiya jinan dikin jî barê giran ê hilberînê digrin ser milên xwe; heta carna ji mêran zêdetir dixebitin.
Herat, li rojavayê welat, li sînorê Îranê ye. Li vê derê jin di bexçeyên biçûk ên malên xwe de, sebze û fêkiyan diçînin, berhemên baş digihîjînin. Li Kabîlê jî jin di serayên sebze û fêkiyan de bi mûçeyek kêm dixebitin, hewl didin debara malbatên xwe bikin.
Şerê ku çil sal in didome, tevî zexta pergalên desthilatdariya mêr û rêbazên olperestiyê jî jinên Efgan bêdeng lê bi awayekî bi hêz hewl didin civakê li ser piyan bigrin. Bi sekn û sebra ku li dijî bênirxbûnê nîşan didin û xebata bênavber, ne tenê malbatên xwe, ji bo aboriya mirovên xizan en li herêmên gundewar dibin bersiv.
Jinên Efganistanî, ji vegotinên dîrokzanên fermî zêdetir, xwedî hêz in loma jî ew pêşerojeke adil û ronî heq dikin.