Jinên Dêrezorê bi riya perwerdeyan xwe bipêş dixin

Li Dêrazorê jinan bi riya dewreyên perdeyî ên siyasî xwe pêş dixin.

ZEYNEB XILEF

Dêrazor- Jinên kantona Dêrazorê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî têkçûna DAIŞ’ê di her qadê de hebûna xwe diyar dikin. Jinên ku ji taritiya DAIŞ’ê rizgar bûn bi xwe di qada siyasî de pêş dixin û pêşengtî ji civakê re dikin. Jinên ku li herema Dêrezorê beşdarî perwerdeyên jinan bûne diyarkirin ku pergala neteweya demokratîk hişt ku jin di gelek waran de kar bikin.

‘Perwerde hişt jin di aliyê siyasî de xurt bibe’

Rêvebira Yekîtiya Jinên Ciwan ya kantona Dêra Zorê de Suha El-Seîd der barê girîngiya perwerdeyên ji bo xurtkirina jinan de got: "Jin bingeha civakê ye ji ber wê divê di hemû warên civakî aborî û siyasî de xurt be. Ji bo karibe civakê birêve bibe û ji hemû polîtîkayên li dijî civakê agahdar be. Perwerde hişt ku jin di aliyê siyasî de xurt bibe û têgeha çanda siyasî û diplomatîk baş fêm bike. Her karê jin dike tijî zehmetî û rûbirûbûyîn in, ji ber ew di nav mala xwe û civaka xwe de têkoşer e lê belê her çiqas ew paşguhkirî ye jî û rola wê hatiye jibîrkirin lê dîsa van hemuyan derbas dike û girîngiya rola xwe bi herkesî dide nasîn.”

‘Perwerde jinan hişyar dike’

Rojnamevana di Encumena herêma Rojhilatê Dêrazorê de Xedîce Ebdullah got: “Perwerde jinan hişyar kirin û girîngiya rola wan a siyasî bi wan dan naskirin her wiha hiştin ku li ser diyaloga maseyê di çareseriya aloziya Sûriyeyê de jin bibin navenda biryarê û guhertina erênî. Divê hemû jin tevlî perwerdeyan bibin ji bo ku xwe hîn pisportir bikin, çanda xwe ya siyasî pêş bixin û diyaloga diplomasî xurt bikin.”