Jinên Dêrazorê Hevpeymana Civakî xwendin

Li Dêrazorê civînek derbarê Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Di cîvînê de jinan benda têkildarî rêjeya tevlîbûna jinan ya di saziyan de ku ji sedî 50’î ye erenî nirxandin.

Navenda Nûçeyan-134 bendên Hevpeymana Civakî di civînekê de li navenda Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya li herêma Meamêl hate xwendin. Endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li civînê bûn.

Beriya civînê seroka Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fatme El Hisên axivî û got: "Di çarçoveya bersivandina daxwazên welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku dixwazin pergaleke demokratîk ji bo Sûriyeya pêşerojê ava bikin, Hevpeymana Civakî hate erêkirin."

Piştî xwendina bendên hevpeymanê, jinên beşdarî civînên bûn hevpeyman bi erênî nirxandin bi taybet benda têkildarî rêjeya tevlêbûna jinan di saziyan de ku ji sedî 50`î ye.