Jinên Dêrazorê bi çandiniya şînkahî û zebzeyên zivistanê aboriya xwe bihêz dikin

Gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi xak û hewaya xwe yê guncaw bi çandiniyê tê nasîn, her wiha jinên vê deverê sebzeyên zivistanê diçînin û vî karî ji xwe re wekî çavkaniya jiyanê û pirojeyêk aborî dibînin.

ZEYNEB XELÎF
Dêrazor - çandinî yek ji girîngtirîn xebata jinê ye, ji ber ku ji dirêjahiya dîrokê ve girêdana jinê bi axê re heye û bi çandiniyê ve mejûl dibe. Karê çandiniyê dibe çavkaniya jiyana wan û debara mala xwe pê dikin. Karê çandiniyê ku jinên gundewarên Dêrazorê pêre mejûl dibin, kedeke mezine dixwaze da ku bighêjin berhemên bi sûd û herî baş. Têkildarî mijarê çandina zebzeyên zivistanê jina cotkar a bi navê Fayiza El-Saîd 40 salî ya ji Hejîna Dêrazorê dibêje ku her sal ji destpêka meha cotmehê heta dawiya meha Mijdarê despêdikin û berhem heta dawiya zivistanê berdewan dike.
Fayiza El-Saîd girêdayî xebata li gundê xwe dike dibêje: "Ev erd hewcedariyên me ên bingehîn ên sebze dabîn dike û em emadekariya zivistanê ji van berhemên çandiniyê peyda dikin. Aboriya me bi çandiniya zebzeyên cihêreng ên ku em ji bo zivistanê diçînin xwirt dibe."
Her wiha fayiza El-Saîd da zanîn ku çandinî ne tenê ji bo peydakirina debara jiyanê ye lê wekî projeyeke aborî ye ku bi wê dahatek baş peyda dikin û wiha got: "Em zebze dibin bazarê da ku malzemeyên ku eşyayên ji malê re pêwîst pê bînin wekî pevguhertina tiştan."
"Dema em berhemê keda xwe dibînin westandinê ji bîr dikin"
Fayiza da zanîn ku zebzeyên zivistanê pir ked dixwaze û hewcedarî bi simad, avdana hefteyî, dermankirin ê heye û wiha got: “Erd ji bo me jinan wekî mala me ya dûyemîne, em piraniya demên xwe bi mejûlbûna bi erdê re derbas dikin. Di xebatê çandiniyê de em bi gelek zehemetiyan re rû birû dimînin lê em karê xwe didomînin bêyî ku em aciz bibin an jî dev jê berdin."
Tekildarî mijara ku çawa karê xwe yên malê û yê çandiniyê dikin Fayiza El-Saîd wiha tîne ziman: "Tevî ku hewaya sibehê pir sare jî em sibehê zû şiyar dibin, bi lez karê malê dikin û pêdiviyên zarokan bicih tînin pişre em diçin na zeviyên xwe û giyayê li dora zebze qut dikin, ji bo baş çê bibe. Em zeviyan avdidin û semad dikin, demê ku em dibînin zebzeyên me geş dibin û em berhem jê digrin em hem westandin û zehmetiyan jibîr dikin." 
"Karê çandiniyê li Dêrazorê çavkaniyek sereke ya jiyanê ye"
Fayiza Saîd dibêje ku di peydakirina semad û tov de ew zehmetiyan dikişînin, li gel wê jî karê xwe berdewam dikin ji ber çavkaniya sereke ye ku pê debara malbatên xwe dikin û wiha dirêjî dide gotinên xwe: "Çandinî li Dêrazorê çavkaniya sereke ye, lewma tevî zehmetiyan jî em karê çandiniyê berdewan dikin tevî ku hin caran semad û av peyda nabe jî. Her wiha 2 meh piştî berhevkirina zebzeyên zivistanî, em dest bi çandiniya genim dikin. Em beşdarî cotkariyê dibin ji ber ku kar bi me ve girêdayî ye û em jinên gund bi hev re dibin alîkar."
"Qutkirina ava çemê Firatê bandorek neyinî li çandiniyê kiriye"
Cotkar Sibha El-Hemad jî roja xwe bi xebata çandiniyê dest pê dike û wiha dibêje: "Em tov ji sûkê dikirin an em ji berhem hiltînin û piştî ku em erdê ji bo çandiniyê amade dikin û ji giha paqij diki, em zebzeyê zivistanê diçînin û piter av didin, pêdiviya zebze yan zivistanê jî bi avdanê heye, mehê 4 an 5 caran pêdiviya wan bi avdanê heye heyanî ku çêbibin."
Sibha diyar dike  ku îsal ji ber qutkirina ava Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve bandor li çandiniyê bûye û wiha got: "qutkirina ava çemê Firatê bandor li ser çandiniyê kiriye, ji ber vê yekê me serî li kolandina bîrên avê da. Ava bîran jî şor e û bandorê li berhemên çandiniyê dike."
Bi pêngavên nû piştgiriyê didin jinên cotkar
Hevserokatiya Yekîtiya Cotkarên Xeta Rojhilatê Dêrazorê Ruqeya El-Hisên dide xwiyakirin ku ew piştegiriya jinên kedkar, cotkar û yên perwerdekar heyanî ku hêza wan karî dikin û ew bi peydakirina tov, simad û mazot ê bi wan re dibin elîkar, û wiha dibêje: "Pêngava me ya nû avakirina komeleyên cotkariyê ji bo piştgirîkirina jinên cotkar e. Bi qasî ku hêza me karibe em ê elîkariyê bidin û em daxwaza piştgirîkirin jinên cotkar dikin."