Jinên Dêrazorê bertek nîşanî polîtîkaya Şamê dan

Jinên Dêrazorê yên ku li hemberî êrîşên hikmeta Şamê bertek nîşan dan, diyar kirin ku hikumeta Şamê dixwaze li herêmê bêîstîqrariyê çêbike û ji rêxistinên mafên mirovan daxwaz kirin ku li dijî êrîşan helwestên tund nîşan bidin.

SÎBÎLIYA EL-ÎBRAHÎM

Reqa – Bertekên li dijî êrişên ku hikumeta Şamê û komên çekdar ên girêdayî wê li dijî kantona Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin, mezin dibin. Gelê Dêrazorê li dijî êrişan bertek nîşan dan û ji bo Sûriyeya demokratîk gang kirin. Her wiha diyar kir ku armanc bi êrişan belavkirina sîstema neteweya demokratîk a jiyana hevpar a gelan pêk tîne ye. 

‘Dêrazor ji aliyê stratejîk ve girîng e’

Berdevka Meclisa Jinan a Dêrazorê Fatîma Huseyîn, cudahiya erdnîgariya Dêrazorê bi bîr xist û got: “Dêrezor li cihekî nêzî qadên petrolê ye. Em dikarin bibêjin ku xala derbasbûna alîkariya mirovî ye. Ji aliyê cih ve herêmeke girîng e. Kengî îstîqrarek siyasî çêbibe, em dibînin ku herêm rastî êrişan tê. Bi êrişan dixwazin bêaramiyê çêbikin.”

‘Divê hikumeta Şamê sîstema me ya neteweya demokratîk nas bike’

Fatîma Huseyîn anî ziman ku di êrişa li ser gundê Dalha de 8 zarok hatine qetilkirin, bang li hikumeta Şamê kir ku sîstema neteweya demokratîk nas bike û êrişên hikumeta Şamê û Îranê yên li ser gel şermezar kir. Fatîma Huseyîn destnîşan kir ku ji êrişên hefteyek e li ser herêmê berdewam dikin jin û zarokan bi bandor dibin.   

‘Gelên herêmê di ferqa hedefên êrişan de ne’

Berdevka Koma Jinan a Zenûbiya Kitam Al-Salih anî ziman ku armanca êrişên hikumeta Şamê ji aliyê gelan ve tê zanîn û wiha berdewam kir: “Hikumeta Şamê bi êrişan dixwaze ewlehî û bêîstîqrariya herêmê xirab bike. Di nava pêkhateyan de jî hewl dide tevliheviyan ava bike. Gel di ferqa tiştên tên kirin û polîtîkaya ku dixwazin hedef bikin de ne. Gel di ferqa tiştên tên jiyîn de ne û bi piştgiriya hevpar li hemberî wan derdikevin. Em dixwazin rêxistinên mafan li hemberî êrişên li ser jin û zarokan tên kirin helwest nîşan bidin.”

‘Em bang li gelan dikin ku li hemberî êrişan bibin yek’

Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ê Dêrazorê Îkram Al-Muhammed jî wiha got: “Em weke Hêzên Ewlehiya Hundirîn, li hemberî êrişên hikumeta Şamê, gelê xwe hişyar dikin. Divê ku li herêmê ewlehî pêk were û ji bo gel were parastin em dewriyeyên xwe didomînin. Ev êriş ne cara yekem e çêdibin û gel ji tiştên tên jiyîn agahdar in. Em bang li gelan dikin ku li dijî êrişên li ser herêmê bibin yek.”