Jinên ciwanên Silêmaniyê: Divê ciwan li dijî dagirkeriyê bisekinin

Jinên Ciwanên Silêmaniyê diyar kirin ku desthilatdaran bi siyasetek taybet ciwan xistine rewşeke wisa ku haya wan ji bûyerên li welatê wan diqeqimin nemaye û agahiya wan ji dagirkeriya li ser axa wan tunebe.

ŞINYAR BAYÎZ

Silêmanî- Êrîş û dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike, duh di du êrîşîn cuda yên li wargeha penaberan a Mexmûrê û gundê Tuteqel ê Çemçemalê ku bi balafirên dewleta Tirk du wesayîd kirin hedef û 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hemwelatî heta astekê dizanin ku êrîşên dewleta Tirk bi mebesta tunekirina gelê Kurd e. Ciwan sembola têkoşîn û şoreşê ne lê belê ciwanên Başûrê Kurdistanê ewqas bi mijarên din ên weke nebûna kar, desthilatdarî û hikumeta herêma Kurdistanê bêhêvî bûne û tenê bikaranîna tora civakî û jiyana dîjîtal re mijûl in, derfet nayê dayîn ku agahiya wan ji niştiman û siyasetê hebe. Ji ber wê gelek ji wan agahiya wan ji vê dagirkeriya ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk tê nîn e. Li hemberî vê yekê agahiya hinek ciwanan ji vê dagirkeriyê heye û rojane çavdêrî dikin û heta daxwaz ji ciwanan dikin ku li hemberî dagikeriya li ser xaka Kurdistanê xwedî helwest bin.

“Agahiya ciwanan ji rewşa welatê wan nîn e”

Jina ciwan Şoxan Abdurehman diyar kir ku ciwanên herêma Kurdistanê ji ber bêkarî û bêparetiyê û ji ber ku gelek ji wan ne xwedî dahatê ne, bi karên cûda re mijûl in loma agahiya wan ji welat nemaye û wiha got: “Ger hikumet û desthilatdarî weke rêberên gel hereket nekin, pêwîstiyên gel dabîn nekin , wê ciwan çi li welat bikin? Ciwanên me ji ber nebûnê ji welat sar bûne. Ji ber nebûna sîstema rêveberiyê û hikumetek xwedî plan divê ciwan li hemberî vê yekê têbikoşin. Ev jî ketiye ser milê her kesê û şiyariyê dixwaze. Ev dagirkeriya ku niha heye divê wisa li ciwanan bike ku êdî bêdeng nebin û xwedî helwest bin da ku xaka me neyê dagirkirin. Her wiha ez daxwaz ji hikumet û aliyên pêwendîdar dikim ku li hemberî van êrîşan û dagirkeriyê xwedî helwest bin û edî sînorên me neyên dagirkirin.”

“Ciwan dikarin sûdê ji torên civakî bibînin”

Jina ciwan Buşra Hîdayet der barê pirsa niştîmanî û rewşa Başûrê Kurdistanê de wiha got: “Ciwan ji bo jiyana xweş a niha ne şiyar in, ji bo wê der barê mijarên weke rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê de bêguman gelek ji wan ne xwedî agahdarî ne, sedema vê bêagahdarbûnê jî nebûna mûçe û derfetên kar ji bo ciwanan e. Ji ber ku ji vê rewşê pir diqehirin êdî bîra nîştimanê nayê bîra wan. Divê ciwan yekgirtî bin û xwedî yek deng bin û li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê bisekinin.”

“Divê gelê Kurd yekgirtî be”

Jina ciwan Sûlîn Bextiyar jî der barê rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê de wiha got: “Xak û neteweya me di bin êrîşên dagirkeriyê de ye divê em weke ciwan bi taybetî jin xwedî helwest bin û van êrîşên dagirkeriyê bi tundî şermezar bikin. Tevahî gelê Kurd û ciwan xwe bi rêxistin bikin li hemberî dagirkeriyê bisekinin.”