Şêniyên Efrînê li dijî gefên dewleta Tirk meşiyan

Bi armanca şermezarkrina êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Surî, bi diruşma “Guhertina demografîk û niştecihbûnên ku ji nû ve tên bi cihkirin sûcek li dijî gelê herêmê û dîroka wan e” şêniyên Efrînê meşek girseyî li dar xistin.

Şehba - Di dîroka 23’ê Gulanê de Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan bi destpêkirina plangeriya dagirkeriyê, gef li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Sûrî xwar.  Bi sedan şêniyên Efrînê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûn nîşan dan û meşekî girseyî lidarxistin. 

Meş ji destpêka rêya gûndê Wehşiyê heyanî ber baregehên Rusyayê berdewam kir. Efriniyan di meşê de bi pankartên “Avakirina wargehan li herêmên dagirkirî tê weteya qirkirin û guhartina demografîk” û “Erdogan xeteriye li ser mirhaviyê” li hemberî gefan nerazîbûn nîşan dan û gotin “Kiryarên dewleta Tirk ên dermirovî berdewam in”.

“Gelê Efrînê çar sal in li berxwe didin û wê heya dawiyê jî li ber xwe bidin”

Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Şîraz Hemo têkildarî gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê wiha got: “Îro carek din li Kantona Şehbayê gelê me li hember siyaseta dewleta tirk a dagirker bi çalakiyan nerazîbûnên xwe nîşan didin. Ev ne cara yekemîn e ku gelê me li pêşiya baregeha Rusyayê çalakiyan li dar dixin û daxwazên xwe bi wan re parve dikin. Ji ber ku her tim kiryarên dewleta tirk ên dermirovî berdewam in. Lê gelê ku 4 sal in li Kantona Şehbayê koçber in û li berxwe didin, wê heya dawiyê jî li berxwe bidin.”

“Divê Rusya helwestek rast nîşan bide”

Şîraz Hemo bal kişand li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: “Bila baş zanibin heya ku daxwazên me pêk nînin ev gel ti car ranaweste, heya ku peyama me digihêjin kesên peywendîdar. Heya vê kêliyê êrîşên dewleta tirk û çeteyên wî berdewam dikin li ser Bakur- Rojhilatê Suriyê, ji ber vê yekê em dixwazin Rusya helwestekê rast nîşan bide. Em tenê gotin qebûl nakin. Bila sekina saziyên navnetewî û raya gişrî rast be û wekî Efrînê xiyanetê nekin. Ji ber ku ev gelê ku îro li berxwe dide rastiya dewleta Tirk nas kiriye.”

Meş bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrînê”, “Bimire faşîzma Tirk” û “Efrîn ya me ye” bi dawî bû.