Jinên ciwan li dijî qetilkirina Suad daxuyanî dan
Yekîtiya Jinên ciwan ya herêma Efrîn û Şehbayê li dijî qetilkirina jina ciwan Suad Ahmed El Zealen daxuyanî da.
Şehba- Yekîtiya jinên ciwan ya herêma Efrînê li dijî bûyera jina ciwan Suad Ahmed El Zealen a ducanî ku li bajarê Qamişlo hatî qetilkirin daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya navenda Yekîtiya jinên ciwan ji aliyê endama Yekîtiya jinên ciwan a herêma Efrînê Bedîa Mislim hate xwendin.
Bedîa Mislim di daxuyanî de tundiya li ser jinê şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Em weke jinên ciwan ên kantona Efrîn û Şehbayê kiryarên dijmirovî li ser jinê bi tundî şermezar dikin. Careke din di Sûriyê de bûyerên qetilkirin û tundiya li ser jinan derdikeve pêş û di encam de jin ji ber zihniyeta baviksalarî jiyana xwe ji dest didin. Em ji zihniyeta baviksalarî re dibêjin êdî bese ji kuştin û kiryarên dijmirovî yên li ser jinan re. Heya roja me ya îro jin di civakê de rastî gelek tundiyan tên. Ji destpêka aloziya Sûriyê heya niha jin rastî kiryarên cur bi cur ên der mirovî tên. Di heman demê de di herêmên dagirkirî de jin bi gelek cureyên tundiyê re ru bi ru dibin. Em jî weke jinên ciwan em ê têkoşîna xwe ji vê pêhtir bilind bikin û xwe bigihînin jinên bindest û wan rizgar bikin.”
Endama Yekîtiya jinên ciwan a herêma Efrînê Sariya Cûdî têkildarî mijarê got: “Em bûyera qetilkirina jina Suad Ahmed El Zealen li bajarê Qamişlo bi tundî şermezar dikin. Em ê jinên ciwan li beramberî van kirinan bibin bend û xwe bigihînin jinên şidetê dibînin. Em weke Yekîtiya jinên ciwan heya ku em dikarin em ê xwe bigihînin jinên bindest û wan ji zihniyeta baviksalarî ya bi hezaran salan hatiye meşandin azad bikin. Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku dengê xwe li dijî desthilatdariyê bilind bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyana azadî” û ”Na ji kuştina jinê re” bi dawî bû.