Jinên ciwan ên Tûnisê di şampiyoniya Erîkayê de Mexrib 3-0 têk bir
Tîma Neteweyî ya Voleybolê ya Jinan a Tûnisê (U18), di Şampiyoniya Efrîkayê de performansa xwe ya serkeftî berdewam kir û tîma Mexribê bi skora net a 3-0 têk bir.
Navenda Nûçeyan – Tîma Neteweyî ya Voleybolê ya Jinan a Tûnisê ya U18, di Şampiyoniya Voleybolê ya Ciwanan a Efrîkayê de ku li bajarê Îskenderiyeyê tê lidarxistin, li hemberî Mexribê bi skora 3-0 serkeftinek girîng bi dest xist. Turnuva di navbera 20-30’yê Tîrmehê de bi beşdariya 14 welatên Efrîkayê pêk tê.
Tîma Tûnisê di maça xwe ya li hemberî Mexribê de performanseke bilind nîşan da û maç di sê setan de li pey hev bir. Encamên setan wiha ne:
“Seta 1’emîn: 25-14
Seta 2’emîn: 25-21
Seta 3’emîn: 25-19”
Tûnis bi vê serkeftinê performansa xwe ya bihêz di turnuvayê de berdewam kir. Tûnisa ku berê jî li hemberî Senegal, Cezayîr û Kamerûnê bi skora 3-0 serkeftin bi dest xistibû, di turnuvayê de tenê li hemberî Misirê bi heman skorê têk çûbû.
Li aliyê din, Tîma Neteweyî ya Mexribê yekane serkeftina xwe ya di turnuvayê de li hemberî Senegalê bi skora 3-2 bi dest xistibû; lê belê li hemberî Misir, Cezayîr û Tûnisê bi skora 3-0 têk çû.