Jinên Ciwan: Bi şerê gelê şoreşgerî em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin

Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku ew ê di riya xeta şerê gelê şoreşgerî de xwedî li nirx û nasnameya jinên azad derkevin û gotin: “Şoreşa Rojava jinan bi hêz kir û wan kir xwedî îrade û nasname.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di bin dirûşma “Bi Şoreşa Jin Jiyan Azadî Azad Bike Rêbertî” 5’emîn Kongra Yekitiya Jinên Ciwan li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Hesekê hat lidarxistin. 500 delege ji endamên Yekitiya Jinên Ciwan nûner û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî kongreyê bûn. Jinên Ciwan ên ku tevli kongreyê bûn ji ajansa me re axivîn.

Hevseroka desteya ciwanên werzîşê Heyfa Bekir teqez kir ku armanc bi lidarxistina kongreyê, berfirehkirina rêxistinbûyîna Jinên Ciwan e û wiha got: “Mijarên girîng ên di kongreyê de hatin destgirtin rewşa Rêber Apo û qada parastinê bû. Li gorî şerê gelê şoreşgerî çawa jin dikarin xwe biparêzin û civaka xwe birêxistin bikin. Ji ber ku ji dema Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan fikrên xwe diyarî jinan kir û nasnameya wan bi hêz kir, jin bûn xwedî sekneke xurt. Ji ber wê hêzên desthilatdar û hegemon êrîşên xwe li ser jinan zêdetir kirin.”

‘Bi şerê gelê şoreşgerî em ê hêrsa tolhildanê mezintir bikin’

Heyfa Bekir di berdewama axaftina xwe de got: “Dewleta Tirk û hêzên desthilatdar, ji hêza jinên azad û fikrên wê ditirsin lewma pêşengên şoreşê, kesayetên navdar û bi hêz dikin hedef. Peyama me Jinên Ciwan ew e ku her dema hevalek me şehîd dibe hêrsa me ya tolhildanê mezin dibe. Ji bo ku hêrsa tolhildanê, di pratîkê de diyar bibe, Yekitiya Jinên Ciwan wê girîngî bide xebatên parastinê. Gere em hişmendiya şerê gelê şoreşgerî di nava her malbatê de bidin avakirin. Jinên ciwan ketine wê ferqê ku şerek qirêj di nava civakê de li ser wan tê meşandin. Ji bo wê  jinên ciwan ji bo ku bibin bersiv û xwedî li nasnameya xwe derkevin pêwist e kar û xebatên xwe di qada parastinê de berfireh bikin.”

‘Şoreşa Rojava hebûna me parast’ 

Ji rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Ermen Losnak Kavoriyan da zanîn ku jinên ciwan rola xwe di Şoreşa 19’ê Tîrmehê îsbat kirine û wiha anî ziman: “Armanca Jinên Ciwan azadiya her jinê ye. Ji bo ku pêşerojek azad bi fikrên azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin avakirin û peyama xwe bigihîjînin hemû jinên li Rojhilata Navîn. Di bin dirûşma Jin Jiyan azadî de, jin bûn xwedî nasname, rol û fikrên azad. Beriya şoreşê tu mafê jinan tunebû lê Şoreşa Rojava deriyê azadiyê ji bo jinan vekir. Jinan xwe dîtin, bûn xwediyên vê şoreşê lewma di her qadê de cih girtin û bûn mînak li tevahî Rojhilata Navîn. Jinên Ciwan ên Ermen bi vê şoreşê xwe nas kirin û xwedî li nirxên xwe yên civakî derketin.”