Jinên Cezayîrê pirsgirêkên xwe di penelê de nîqaş kirin

Di çarçoveya xebatên bernameya çandê ya "Na Yanî Na" de li Cezayîrê têkildarî pirsgirêkên heyî û binpêkirina mafê jinan û newekheviya zayendî panelek hat lidarxistin.

NECWA RAHİM

Cezayîr - li Cezayîrê li ser nîqaşa pirsgirêkên jinan û peydakirina çareseriyê bernameyek çandê ya "Na Yanî Na" 15'ê Adarê despêkir û di çarçoveya vê bernamê de penelek hat organîzekirin. Organîzatora bernameya Çandê ya "Na Yanî Na"  Lînda Blixêriya panelek nîqaşê ya li ser pirsgirêk, mafên jinan, tundiya li dijî jina û newekheviya zayendî bi rêka bernameyê li salona Sînematîkê ya Cezayîrê lidarxist. Derhêner Yasmîn Şiwîx, lîstikvana şanoyê Leyla Toşî û parêzer Awîşa Baxtî beşdarî penelê bûn.

"Tundî bandoreke neyinî li ser deroniya mirov dike"

Derbarê panelê de parêzer û çalakvana femînîst Awîşa Baxtî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku Cezayîr hewceyî însiyatîfên wiha ye da ku li ser mafê jina li cihên giştî were nîqaş kirin û wiha domand: "Nîqaş pir baş bû û beşdaran hewil dan ku çareseriyê ji bo bidestxistina maf û azadiya jinan, peyda bikin. Ev jî bi rêka guhertina zihniyeta civakê pêkane."

Di derbarê zêdebûna qetilkirinên jinan de jî Awîşa Baxtî diyar kir ku mafê tu kesî tune ye kesekî din îstismar bike, tundiya devkî yek ji cureyên tundiyê ye ku bandorê li derûniya mirov dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Qetilkirin ji nakokiyên biçuk dest pê dike û her ku diçe mezintir dibe, ji ber vê yekê em ji her jineke ku ji aliyê hejînê xwe ve rastî tundiya fîzîkî tê daxwazdikin ku gilî bikin. Ji ber ku qanûnek heye wê diparêze. Raste ew qanûn hemû xeyalên me pêk nayîne lê hindekî mafê jinê diparêze."

"Hin bûyerên qetilkirinê veşartî dimînin"

Lîstikvana şanoyê Leyla Toşî jî diyar kir ku penel di asteke pir baş de encam girt, lê têrê nake û divê kar ji bo lidarxistina panelên berfirehtir ji bo kêmkirina tundî û qetilkirina jinan bê kirin û wiha got: "Rêjeyên herî dawiyê yên li ser qetilkirina jinan pir tirsnak bilind bûne. Hîna jî hejmarên tên dayîn ne hejmara rastîne, ji ber ku hin bûyerên qetilkirinê veşartî dimînin."

"Em ê xebatên xwe yên ji bo parastina mafê jinan heya dawiyê bidomînin"

Rojnameger û derhênerê sînemayê Yasmîn Şiwîx jî da zanîn ku ew ê di sînemayê û hemû xebatan de li ser mijara tundiya li ser jinan, heta ku di hemû maf û azadiya zayendan de wekheviyê pêk bîne, xebatên xwe bidomînin û wiha pêde çû: "Ev penel derfetek e ji bo vekirina deriyê diyalog û îfadeyê bi awayekî azad. Pêwîst e panelên gotûbêjê li cihên din bên organîzekirin da ku bigihin encamên berçav.”