‘Jinên Cezayîrê di navbera destkeftiyên sembolîk û rastiyên aloz de dimînin’

Çalakvana mafên jinan Emal Hacacbiryara Cezayirê ya rakirina dudiliyên li ser benda 4'an a madeya 15'an a CEDAW’ê nirxand: "Di navbera destkeftiyên sembolîk û rastiyên aloz de, jinên Cezayîrî di navenda şer de dimînin û maf û destkeftiyên xwe diparêzin.”

NECWA RAHÊM 

Cezayîr – Biryara Cezayîre ya rakirina dudiliya li ser hinek benda 4’an a madeya 15’an a Peymana Jiholêrakirina Hemû Cureyên Cudakariya li dijî Jinan (CEDAW), di nava dezgehên hiqûqî û civakî de hê jî dibe sedema nîqaşên germ û hinek kes wê wek gaveke girîng di warê parastina mafên jinan de dibînin. Hinek kesên din jî wê wek gefek li ser avahiya malbatî û nasnameya çandî ya civaka Cezayirê dibînin. Lê di navbera van her du nêrînan de, nîqaşa li ser têkiliya di navbera metnên zagonî û rastiya civakî de û li ser şiyana zagonên navneteweyî ji bo guhertinek rasteqîn di jiyana jinan de, ji nû ve tê destpêkirin. 

Peymana ku di sala 1979'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin, referansa herî girîng a navneteweyî di warê mafên jinan de ye. Ev yek, dewletên îmzekar mecbûr dike ku hemû cûreyên cudakariya li dijî jinan di zagon û pratîkan de ji holê rakin. Cezayîr, di sala 1996'an de tevlî vê peymanê bû, lê li ser çend bendan û bi taybetî li ser bendên 2 û 15'an, bi hinceta parastina nepeniya çandî û olî û hevgirtina malbatê li gorî modela kevneşopî, îhtîmalên xwe nîşan da. 

‘Zagona Cezayîrê gavên girîng avêtine’ 

Çalakvana mafên jinan Emal Hacac ku yek ji dengên herî berbiçav bû ku ji bo rakirina dudiliyan parêzvanî dikir, bawer dike ku nakokiya berdewam bingeha peymanê nîşan nade û da zanîn ne ji jinan re ne jî ji civakê re xizmetê nake, ji bo armancên siyasî û civakî tê bikar anîn. Emal Hacac, wiha axivî: "Di destpêkê de min fikirî ku ev destkeftî sembolîk e, lê piştî hemû dengan min fêm kir ku ew pir girîng e. Ji ber ku em di nava komên ku hewl didin nefesgirtina jinan qût bikin de dijîn. Zagona Cezayîrê gavên girîng avêtine, yek jî gavên girîng ewe ku guhertina zagonê ya sala 2005'an e ku rê dide jinan bê destûra weliyan pasaport bistînin û rêwîtiyê bikin. Em hêvî dikin ku zagona malbatê bi rastî bê guhertin.”

‘Jin hê bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin’

Emal Hacac, îdia dike ku rakirina dudiliyan, ji bo bicihkirina fermî ya jinan a di destûrê de mekanîzmayek nû ye û axaftina xwe wiha domand: "Tevî vê jinên Cezayîrî hê bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Bi taybetî jî feraseta baviksalar azadiya jinan li hin herêman sînordar dike û newekheviya erdnîgarî di navbera bajarên mezin û herêmên gundewarî de çêdike. Ev nakokî bi madeya 15'an ranewestiya, lê li ser zagona malbatê, serhildana jinan û hilweşîna girêdanên civakî berfirehtir dibe.”

‘Jinên Cezayîrê di navbera destkeftiyên sembolîk û rastiyên aloz de dimînin’

Emal Hacac, destnîşan kir ku li Cezayirê biryara fermî ya rakirina dudiliyên li ser hin xalên Peymana CEDAW’ê hêj di civakê de mijara nîqaşê ye û da zanîn rakirina dudiliyên li ser xala 15'an destpêka riyeke dirêj a ber bi avakirina wekheviya rastîn û dagirtina pira navbera metnên zagonî û pratîkên civakî ye. Emal Hacac, bi van gotinan dawî li axaftina anî: "Di navbera destkeftiyên sembolîk û rastiyên aloz de, jinên Cezayîrî di navenda şer de dimînin û maf û destkeftiyên xwe diparêzin. Di heman demê de bi ferasetên li hemberî guhertinê li ber xwe didin û di bin maskeya kevneşopiyê de cudakariyên ji nûve tên afirandin re rû bi rû dimînin."