Jinên Amedê bi ruhê serhildanê qada Newrozê xemilandin

Jinên li qada Newroza Amedê dan zanîn ku divê zilma hatiye kirin û kesên di bin xirbeyên erdhejê de mane neyên jibîrkirin û bang li gel kirin ku di sindoqan de tiştên hatine jiyîn bifikirin û li gorî wê dengê xwe bidin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Qada Newroza Amedê bi tevlibûna bi sedhezaran careke din nîşan da ku ruhê Newrozê ji bo gelê Kurd tê wateya serhildana li hemberî zilmê. Jinan li qada Newrozê xemgîniya xwe ya ji bo erdhejê anîn ziman û diyar kirin ku divê kesên bûne sedema hilweşandina avahiyan hesab bidin.

‘Şîna me heye lê em ji bo berxwedanê li vir in'

Gelê Amedê ku bi salan e tevî êş, zext û zilmê jî ji coş û rengê xwe tawîz nade, ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe jist dane, duh berê xwe qada Newrozê. Di çalakiya Newrozê de ku ji 7 heta 70 hemû kes tevlibûn de, gel diyar kir ku bi gotina “Şîna me heye lê em ji bo berxwedanê li vir in” hatine qadan, di çalakiya ku bi saetan berdewam kir de kêliyek jî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane nehatin jibîrkirin. Li qada ku li gel muzîkên bi tevger, muzîkên şînê jî hatin lêdan, li her quncikê tenê gotinên berxwedan û serhildanê hebû. Welatiyên ku tevî hemû astengiyan jî herikîn qadê bi çêkirina nîşaneya serkeftinê dirûşmên "azadî" qîriyan.

Di êrîşa polîsan de 160 kes hatin binçavkirin

Welatiyên ku ji ber cil û bergên herêmî û şalên zer, sor û kesk li xwe kiribûn gef li wan hat xwarin û destûr nehat dayîn ku bikevin qadê jî li derveyî deriyên ketina qadê, Newrozê pîroz kirin. Li qada Newrozê me şîna ji bo mexdûrên erdhejê yên jiyana xwe ji dest dane di dilê xwe de hîs kir, her dem astengiya polîsan hebû. Polîsê dirûşmên hatin berzkirin û pankartan hincet nîşan dan. Beriya çalakiya bi dawî bibe gaza bîberê reşand ser ciwanên li qadê. Di êrîşa polîsan de 160 kes hatin binçavkirin. Dayik û zaroka wê ya ku dihat xwestin bên binçavkirin bi astengiya welatiyên li herêmê hatin rizgarkirin. Jinên ku me li qadê mîkrofon dirêj kir jî soza aştî û têkoşînê dan.

‘Êdî ji koletiyê re bes e’

“Ez ji Êlihê hatim vir. Hêvî dikim ev Newroz bibe sedema aştî, biratî û azadiyê. Em dixwazin deriyên girtîgehan bên vekirin. Hemû gel xwişk û bira ne. Bila êdî ev komkujî û xwîn raweste êdî dayik negirîn. Em Kurd in, em wek Kurd hatine vê cîhane û em ê wek Kurd herin. Her Biji Kurd û Kurdistan. Ez ji vir Newroza hemû gelên Kurd pîroz dikim. Ez dixwazin der barê hilbijartinan de jî van tiştan bibêjim; bila gelê me xwe nas bike û ji binê vê koletiyê derkeve. Êdî ji zilm û koletiyê re bes e. Dengê me axa me, azadî û her tiştê me ye.”

‘Em bi hev re ewrên rêş rakin'

“Em bawer dikin ku dê di vê hilbijartinê de biçin. Em bang li Kurdên birûmet û namûs dikin; bila bi rûyekî pak werin û li cem gel û gel bisekinin. Em hemû bi hev re van ewrên reş li ser zarok û axa xwe rakin. Dê ew ê biçin û em bawer dikin. Me hebûna xwe bi Newrozê nas kir û em ê heta li ser piyan bin dê li vir bin.”

‘Divê dema em diçin sindoqan tiştên qewimîne ji bîr nekin'

“Ez destpêke Newrozê pîroz dikim û ji hemû welatiyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazim. Êşa wan êşa me ye jî. Em Newroza îsal bi hesta têkoşîn û berxwedanê pîroz dikin. Newroz berxwedan e, têkoşîn e. Cejna Newrozê li hemû gelê Kurd, li hemû Kurdên bi rûmet pîroz be. Divê em li her qadê li ber xwe bidin û têbikoşin. Em zilma li me hat kirin û kesên di bin xirbeyên erdhejê de mane ji bîr nekin. Dema em diçin sindoqan tiştên hatine jiyîn bifikirin û li gorî wê dengê xwe bi kar bînin.”