Jinên Amedê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ amadekariya hilbijartinê dikin

Jinên Amedê ku amadakariya hilbijartinên giştî yên tê payîn 14’ê Gulanê li Tirkiyeyê pêk werin, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dikin gotin “Em bi hêz, bi moral û bi biryar in” û li gelê Kurd jî banga yekitiyê kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Dema dîroka hilbijartinê ya ku tê payîn di 14’ê Gulanê de li Tirkiyeyê pêk were nêzik dibe, xebatên Tifaqa Ked û Azadiyê jî bênavber didomin. Li Amedê ku xebatên hilbijartinê dest pê kirin, jin kolan bi kolan digerin û bi gel re li hev dicivin. Jinên Amedê diyar kirin ku xebatên 8'ê Adarê, Newroz û hilbijartinê bi hev re dimeşînin, dan zanîn ku dê bi dirûşma "Jiyan, Jiyan, Azadî" biçin ser sindoqan. Jinên ku em der barê hilbijartinê de bi wan re axivîn, anîn ziman ku dê heta meha Gulanê li qadan bin.

‘Gel bi kelecanek mezin li benda hilbijartinê ye’

Rêvebera Navçeya Kayapinarê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Seval Bîlgîn: “Me starta hilbijartinê da. Niha jî em gund bi gund digerin û birêxistin dikin. Me ferq kir ku gel bêriya me kiriye. Bi gel re têkiliyek me ya pir xweş heye. Me gelek bi heyecan û bi hêvî dest bi xebata xwe kir. Em ê bi vî awayî jî xebatên xwe berdewam bikin. Em bi xebata bi şev û roj bi kedek mezin bi jin û komîsyonên taxan re  derketin rê. Em ji bo hilbijartinên ku nêz dibin, pir bi hêvî ne. Gel jî bi kelecanek li benda hilbijartinê ye. Dê ev hilbijartin bibe hilbijartina sedsalê, ji ber vê yekê dê ev hilbijartin rengîntir û bi coştir derbas bibe.

'Jin êdî azadiyê dixwazin'

Em bi jinan re li hev dicivin û civînan li dar dixin. Em  wek HDP’ê ji niha ve bi kedeke mezin amadekariya hilbijartinan dikin. Dirûşmek vê sedsalê heye, ew jî “Jin, Jiyan, Azadî” ye. Bi vê dirûşmê re jin êdî dixwazin azad didin. Jixwe jin ji vê pêvajoya krîtîk dizanin. Li ser jinan tecrîdeke giran heye, ji ber vê jin ji vê hilbijartinê re hin zêdetir amade ne. Helbet em ê bi ser bikevin. Îsal sala me û sala jinan e.”

'Em kolan bi kolan xebatan dimeşînin’

Berdevka Partiya Çep a Keskan a navçeya Sûrê, Meliha Comert: “Xebatên me pir baş diçin. Em ê destên xwe bidin hev û bi ser bikevin. Em niha kolan bi kolan xebatan dimeşînin. Em di van xebatan de dibînin ku gel bi bêsebrî li benda me ne. Hem gel hem jî em bi bêsebrî li benda hilbijartinê ne. Em bi heyecan û kêfxweş in. Em di civînên xwe de encamên pir baş bi dest dixin. Em ê bi pêkhateyên xwe re bi ser bikevin. Me xebatên xwe yên hilbijartinê ji gundan da destpêkirin. Em bi coş û kedeke mezin dest bi amadekariyên hilbijartinê dikin.”

'Divê gelê Kurd yekitiya xwe saxlemtir bike’

Endama Tora Ziman û Çanda Kurdî Fatma Taşli: “Divê hemû kes xwe bizaninbin û nas bikin. Divê em mal bi mal, kolan bi kolan bigerin, xwe bidin naskirin û xebatên xwe bimeşînin. Ger têkiliya di nava malê de jî qels be, ew mal xurt nabe. Di vê wateyê de divê tifaqa Kurdan bi hêz û xurtir be. Divê em wek malbat û gel tifaqa xwe xurtir bikin. Ger em karibin vê bikin em ê di her wateyê de qezenc bikin û bi ser bikevin. Divê her jineke Kurd û her dayik pêşî malbata xwe, piştre tax û kolanên xwe ji bo hilbijartinê bi rêxistin bike. Di vê pêvajoyê de xebatek pir dikeve ser milên jinan. Em ê bi rêxistinkirine bi ser bikevin, em ê serkeftina xwe jî didomînin. Serkeftin ya me ye, ya gelê Kurd e.”

'Divê talana ku hikûmet dike bi dawî bibe'

Hevseroka Partiya Çep a Keskan a Amedê Ayşe Serra Bucak: “Hilbijartina ku nêz dibe bêguman di warê gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê de hilbijartineke pir girîng û sereke ye ku daxwaza demokrasî, edalet û wekheviyê dike. Em dixwazin bi vê hilbijartinê bloka faşîst a AKP-MHP’ê têk bibin, dixwazin wan ji vî welatî bişînin. Em difikirin ku divê êdî talan, asîmîlasyon û înkara ku hikûmeta wan afirandiye, bi dawî bibe. Di vê wateyê de ev hilbijartin hem pir krîtîk e hem jî di xaleke ku her roj ji me re dibêje bi vê bloka faşîst re welat ji nû ve nayê birêvebirin de ne.

'Em bi hêz moral û bi biryar in'

Gelê Kurd jî wek partiyên ku bi gelê Kurd re dibin yek û hemû hêzên vê tifaqê cih digrin jî di hişmendiya vê yekê de ne û bi vê hişmendiyê dest bi xebatên hilbijartinê kiriye. Em bi hêz, bi moral û bi biryar in. Em di warê jinên Kurd û têkoşîna jinên Kurd de, di pêvajoyeke dîrokî ya gelekî girîng re derbas dibin. Em di pêvajoyeke ku dengê jinên Kurd û hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê zêdetir tê bihîstin de ne. Bi vê îradeya xurt, em jin bêguman rola xwe ya di hilbijartinan de jî bi awayekî herî baş bilîzin.”