Jinên aktîvîstên Afgan di hedefa Talîbanê de ne: Zehra Mohammadi jî hat girtin

Her diçe tundiya Talîbanan li Afganistanê zêde dibe û jinên Afgan ên li gorî wan tevnagerin digirin binçavan. Herî dawî jî Zehra Mohammadi binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Piştî aktîvîsta Afgan Morsal Ayar agahiya girtina aktîvîst Zehra Mohammadi jî hat bihîstin. Zehra Mohammadi ya hat zanîn ji aliyê Talîbanan ve hatiye girtin nayê zanîn ka bi ku de birine.
Jinên aktîvîstên Afgan balkişandin ser wê yekê ku ji dema aktîvîst Zehra Mohammadi hatî binçavkirin heta niha aqubeta wê nediyare û bi bîr xistin ku di 24 saetên dawî de li Afganistanê 2 jinên aktîvîst hatin binçavkirin. Jinan bilêvkirin ku divê bê zanîn Talîban ji hevalên wan berpirsin.
Ofîsa Netewên Yekbûyî ya Piştevaniya Afganistanê (UNAMA) jî girêdayî mijarê di parkirinek a li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de balkişandin ser girtinan. Lê Talîban girtina jinên aktîvîst napejirîne.