Jinên Afxanî di çarçoveya "Tevgera Guhertinê" de dest bi çalakiyan kirin
Jinên Afxanistanê yên ku tevlî xwepêşandanan dibin 13'ê Çileya 2022'an bi rêka daxwiyaniyekê despêkirina çalakiyên xwe di bin navê "Tevgera Guhertinê" de ragihandin.
Navenda Nûçeyan - Xwepêşandêrên jinên ku li paytexta Afxanistanê Kabûl avakirina "Tevgera Guhertinê" ragihandin e, bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku beşdarî çareserkirina kirîza li herêmê bibin û diyar kirin ku Afxanistan di qonaxeke dîrokî a krîtîk re derbas dibe. Tevgera Guhertinê ya jinên Afxanistanê diyar kir ku rewşa aborî ya herêmê roj bi roj xerabtir dibe û jin li seranserî welat rastî gelek pirsgirêk û zehmetiyan tên.
Tevgera Talîban piştî kontrolkirina Afxanistanê bi awayekî giştî, di her warî de azadî û mafên jinan sînordar û asteng dike. Tevî zordestiya Talîbanan jî gelek jin bêdeng neman û qebûl nekirin ku tenê di malê de bimînin, daketin qadan li kolanên Kabûlê daxwaza mafên xwe kirin. Jinan diyar kirin ku ew dest ji destkeftiyên xwe yên ku 20 salin li ser dixebitin bernadin.
Ji dema ku Tevgera Talîban Afxanistan xiste bin kontiola xwe de, bi dehan jinên Afxanî li Afxanîstanê ji bo rêzgirtin û bidestxistina mafê xwe û her wiha rawestandina cinayetên Talîbanan xwepêşandanan dikin.