Jinên Afganî ji bo têkoşîna bi Talîbanê re çek hilgirtin

Jinên Afganistanê derketin xwepêşandanan û li hemberî tevgera Talîban a ku mafên wan binpê dike çek hildan.

Navenda Nûçeyan - Digel kampanyayek ji hêla tevgera Talîban ve ji bo desteserkirina deverên li Afganistanê, xwepêşandanên jinan ku tê de beşdaran çek hilgirtin, pêk hatin. Her wiha li dijî Talîbanê ku mafên wan ên xwendin û azadiya cil û beran qedexe dike û ew neçar kirin ku niqabê li xwe bikin, dirûşm berz kirin. 
Li gorî rojnameya Gardian a Brîtanî, ew yek ji mezintirîn xwepêşandanan bû, nemaze ji ber ku di destpêka hefteyê de bi sedan jin beşdarî wê bûn. Rojnameyê got ku xwepêşandan fikara jinan a ji hatina Talîban li ser hukum radigehîne, nemaze piştî ku di vê dawiyê de bi dehan herêmên gundewar ketine bin kontrol Talîbanê.
Jin dixwazin ji hêzên ewlekariyê re bibin îlham
Berpirsa rêveberiya jinan Helîma Barastîş ku beşdarî xwepêşandanan bûbû, teqez kir ku gelek jin amade bûn biçin warên şer û wiha got: "Hin jin hebûn ku dixwestin ji hêzên ewlekariyê re bibin îlham, tenê bi sembolî lê gelek amade bûn ku biçin qada şer û ez jî yek ji wan bûm, nêzî mehek berê, min û hin jinên din ji parêzgarê parêzgehê re got ku ew amade ne herin şer bikin."
“Ger em neçar bimînin em ê şer bikin”
Rojnamevanek ku nasnameya xwe eşkere nekir diyar kir ku tu jin naxwazin şer bikin û wiha pê de çû: "Ez tenê dixwazim xwendina xwe bidomînim û ji şîdetê dûr bim lê rewşa heyî bû sedem ku ez û jinên din di vê rewşê de bimînin. Me çek hilgirt da ku nîşan bidin ger em neçar bimînin, em ê şer bikin."
Rojnamevan piştrast kir ku ew rojane beşdarî perwerdeya jinan li ser çekan dibe ku bi dehan jin fêrî bikaranîna çekan dibin û wiha berdewam kir: "Ew ditirsin ku werin kuştin, ji ber ku ew vê yekê şerm dibînin."