Jinên Afganî: Ez jî Hazara me!

Jinên Afgan ên ku komkujiya li paytexta Afganîstan Kabulê ya bi armanc girtina navenda perwerdeyê hat pêkanîn bi daxuyaniyeke girseyî şermezar kirin, wiha gotin: "Ez jî Hazara me, ez ê tola xwişka xwe hilînim."

BAHARÎN LEHÎB

Kabul – Talîbana ku di Tebaxa sala borî de rêveberiya welat desteser kiriye, ji perwerdeyê heta jiyana civakî, ji siyasetê heta hunerê, ji hiqûqê heta medyayê hewl dide jinan ji hemû qadan dûr bixe û ji nedîtî ve were. Jinên Afganistanê jî li dijî polîtîkayên zextê yên Talîbanê dengê xwe bilind dikin û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Çalakvanên jin ên Afgan ya di vê çarçoveyê de duh daketin qadan, li dijî polîtîkayên qirkirin û qetlîamê yên li dijî Hazaran dengê xwe bilind kirin.

"Em li dijî her cure êrîşan in"

Jinên Afgan bi bîr xistin ku Talîban û DAIŞ'ê gelek caran êrîş li dijî qadên wek nexweşxane, dibistan, navendên perwerdehiyê, otobusên şaredarî û cihên giştî kirin. Jinên Afgan ên diyar kirin komkujiya dawî ya hat jiyîn, ne komkujiyeke asayî ye û li dijî civakekê ye, sonda tolhildanê xwarin. Jinên Afgan ên dan zanîn ew li dijî zêdebûna sûcên li dijî Hazaran û her cure êrîş û qetlîamên ku di nav civakê de nakokiyên etnîkî derdixînin holê ne, bi hilgirtina pankarta “Ez jî Hazara me. Ez ê tola xwişka xwe hilînim”, dirûşmeyan berz kirin.

"Hazarî tên kuştin, lê em dimirin"

Yek ji aktîvîstên ku beşdarî çalakiyê bû Sudaba Amirî wiha got: "Em li vir ji bo peyamê bidin kujeran kom bûn. Em weke gel êşên hevpar dijîn. Tevî ku em ji çand û etnîsîteyên cuda ne jî êşa me heman êş e. Heman ne Peştûn, Tacîk, Hazarî ne, lê em Afgan in. Zarokên Hazarî tên kuştin, Hazarî tên kuştin, lê em dimirin.”

"Em xwuşk û biratiya xwe ya hezar salî dikin yek"

Sudaba Amirî ya bertek nîşanî êrîşên dijî gelan da, wiha got: “Em îro ji bo ji Talîban, DAIŞ’ê û yên ku parçebûn çêkirine nîşan bidin ku em Afganî ne û êşa me ya hevpar li vir kom bûne. Hûn çiqasî nakokiyên netewî kûrtir bikin jî em ê ji berê zêdetir yekgirtî bibin û li hember wan bisekinin. Em ê bi xwuşk û biratî û hezkirina xwe ya xwuşk û biratî ya bi hezaran sal e didome, li dijî hemû komkujiyan bin.”