Jinên Afganî dê nikaribin ji 12 kîlometreyan zêdetir rêwîtiyê bikin
Li Afganistanê qedexeya rêwîtiya jinan a di şert û mercên ‘ne îslamî’ de di hemû rêwîtiyan de derbasdar bû, niha jî ji bo vê yekê hesabê kîlometreyê tê kirin. Jinên Afgan êdî dê nikaribin bi tena serê xwe 12 kîlometreyan derbas bikin.
Navenda Nûçeyan - Ji ber Talîbanê ku Wezareta Jinan “Veguherî Wezareta Vexwendina Qenciyê û Nehiştina Xerabiyê” qedexeyên nû hatin. Ji jinan re hatibû qedexekirin ku di şert û mercên ‘tenê’ de yan jî di qoltixên pêşîn ên wesayîdan de û di balafiran de rêwîtiyê bikin. Niha li vê qedexeyê dûrahî jî hat zêdekirin. Jin dê bi tena serê xwe nikaribin ji 12 kîlometreyan zêdetir rêwîtiyê bikin.
Qedexeyên pêkenokî
Di rastiyê de, her çend ji bo rêwîtiya nava bajar sînorkirin ‘tunebe’ jî sînorê kîlometreyê tê danîn. Di heman demê de ji ajokarên texsiyan re talîmat hat dayîn ku jinên bêrefaqet, jinên ku cilên guncaw li xwe nakin û tenê ne an jî nezewicîne negirin wesayîdên xwe. Têkildarî qedexeyan rayedarên Talîbanê jî wiha gotin; "Sînordarkirin ne li dijî jinan e, ji bo parastina namûse ye."
Rojên borî du jinên ku li zanîngehê mamoste bûn, piştî ku texsiya lê siwar bûn ji ji aliyê Talîbanan ve hat rawestandin, hat dîtin ku ew bi tena serê xwe rêwîtiyê dikin. Hat ragihandin ku dema Talîbanan dît li gel herdu jinan jî refeqat nîn e, ji ajokarê texsiyê re talîmata da ku wan bibe cihê wan jê girtiye.
Rêxistinên mafên mirovan ên Afganistanê der barê mijarê de hişyarî dan û diyar kirin ku pêkanîn û polîtîkayên zordar ên Talîbanê yên li welat divê di bin çavdêriya civaka navneteweyî de bin yan na dê ev rewşa ku paşverûtiyê bi xwe re tîne ne tenê li vî welatî, li ser gelek welatên cîhanê jî bandorê çêbike.