Jinên Afgan bang li raya giştî kirin: Talîbanê nas nekin

Tevgera Xweser a Jinên Afganî, xwest Talîban dawî li kiryarên xwe yên ku jin û keçan sînordar dike bîne û bang li saziyên navneteweyî kir ku Talîbanê nas nekin.

Navenda Nûçeyan– Tevgera Spontan a Jinên Afganî (Spontaneous Movement of Women Activists in Afghanistan) roja 31’ê Gulanê li Kabîlê hatin cem hev û daxuyaniyek dan. Tevgerê di daxuyaniyekê de ragihand ku Talîbanê dibistaneke din a taybet a keçan girtiye.

Di daxuyaniyê de dovîzên ku mafên perwerdeyê ji bo zarokên keç û jinan li ser wan nivîsandîbûn girtin û daxwaz kirin ku dibistanên zarokên keç lê perwerde dibînin ji nû ve werin vekirin û dawî li astengiyên di dijî jinan bînin.

‘Çima jin û zarokên keç ji perwerdeyê bêpar tên hiştin?’

Di daxuyaniya ku yekem astronota jin a ji Erebistana Siûdî Rayyanah Barnawî ku çû Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) hat bibîrxistin de, wiha hat got: "Dema ku jineke misilman a Ereb dikaribe biçe fezayê, çima li welatê me jin û zarokên keçên misilman ji perwerdeyê bêpar tên hiştin?”

Di daxuyaniyê de naskirina Talîbanê ji aliyê sazî û dewletên navneteweyî ve û şandina alîkariyan hat rexnekirin û hat gotin ku ev yek li dijî gelê Afganistanê îxanet e.