Jinên Şengalê: Zelal bingeha têkoşînê li Şengalê ava kir

Jinên Êzidî yên têkoşer Zelal Efrîn ji nêz ve nas dikirin û pê re kar û xebat dane meşandin dan zanîn ku asta têkoşîn û rêxistinbûna Şengalê bi saya kesayetên weke Zelal hatiye avakirin.

Şengal-Zelal Efrîn di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de di 9’ê Cotmehê de li Şehbayê jiyana xwe ji dest da. Zelal Efrîn di jiyana xwe ya tekoşînê de li gelek cihan kar û xebat da meşandin. Piştî fermana 74’an a di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê anîn serê Şengalê, berê xwe da Şengalê û ji bo rêxistinkirina jinan û civaka Êzidî 7 salan têkoşîneke mezin meşand. Zelal Efrîn di nava civaka Êzidî de dihat hezkirin, di dilê jinên ciwan û dayikan de cihê xwe girtibû.

‘Zelal bi her kesê re heval bû’

Endama Meclisa Jinan a Şengalê Emşê Merwan li ser kesayeta Zelal Efrîn û keda wê ya di Şengalê de axivî û wiha got: “Di kesayeta hevala Zelal de em şehîdên şoreşê bibîr tînin û sersaxiyê ji Rêber Apo re, ji rêxistina xwe re û ji malbata şehîd Zelal re dixwazin. Hevala Zelal bi kê re mabe cihê xwe di dilê wan kesan de çêdikir. Dilê wê gelek mezin bû, gelekî mutewazî bû. Me 6 salan bi hev re kar kir, carek be jî dilê kesê nehişt. Kesek bixeydiya hevala Zelal diçû ew aş dikir. Mirovek gav paş ve bavêta hevala Zelal ew tanîn riya rast. Îro me jî weke erka xwe dît ku em merasîmek çêkin û hevala Zelal bi bîr bînin.”

‘Çûyina wê pir bi êş bû’

Emşê Merwan di dawiyê de sersaxî ji malbat û rêhevalên Zelal Efrîn re xwest û wiha got: “Ji zarok û mezinan bigre heta her kesê keda wê li ser her kesê/a li Şengalê heye. Bi zarok û mezinan re heval bû. Her tişt dikir ji bo hevaltiyê. Dema ku ji Şengalê derket û xatirê xwe xwest, em gelekî êşiyan û ew jî êşiya. Bi dest û vîna me bûya me qet rê nedida ku hevala Zelal ji gel me biçe. Careke din em sersaxiyê ji malbatê û rêxistinê re dixwazin.”

‘Şehîd Zelal riya tekoşînê nîşanî me da’

Endama Meclisa Jinan a Serdeştê Neam Îlyas jî li ser kesayeta şehîd Zelal axivî û wiha pêde çû: “Di kesayeta hevala Zelal de em şehîdên şoreşê bi bîr tînin û sersaxiyê ji Rêber Apo, ji rêxistina xwe re û ji malbata şehîd Zelal re dixwazin. Îro jinên Êzidî û civaka Şengalê ger ku li ber xwe didin û têdikoşin, bi saya şehîd Zelal û kesayetên weke wê ye. Şehîd Zelal êşên me û kêfxweşiyên me bi me re jiya, tu carî em bi tenê nehiştin. Îro em jinên Êzidî erk dibînin ku bi riya merasîmekê hevala Zelal bi bîr bînin. ”

‘Em ê keda şehîdan ji bîr nekin’

Neam Îlyas di dawiyê de soza şopandina riya Zelal Efrîn da û wiha got: “Hevaleke hêja û kedkar bû, bi her kesê re heval bû. Kesek nexweş biketa li gel wan dima bi şev û roj. Li giştî Şengalê kar kiriye û ked daye. Pir bêhnfireh, dilmezin û henûn bû. Di şerê Efrînê de dema ku me berê xwe da Efrînê û em bûn mertalên zindî, wê demê hevala Zelal jî li gel me hat em çend şevan bi hev re man li wir. Li Şengalê jî em çend salan bi hev re man. Em ê her dem şopdarên wan bin û li keda wan xwedî derkevin. Dijminê kor her dem jinan dike hedefa êrîşên xwe. Ji hêza jinan ditirse ji bo wê jî jinan dikin hedef. Em ê li ser şopa hevala Zelal bin û doza wê bigihîjînin serî. Em ê tu carî hevala Zelal ji bîr nekin, hevaleke me ya hêja bû. Em careke din sersaxiyê ji malbata wê re dixwazin.”