Jinên Şengalê: Vîna gelan tucar têknaçe

Jinên Şengalê yên ji ber êrîşên li ser çiyayê Şengalê bihêrsin diyar kirin ku ewê li hemberî hemû cure êrîşan parastina xwe bikin û axa xwe bi destê kesê ve bernedin.

EVÎN ZENDA 
Şengal - Ji dema peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a ji aliyê Hukumeta Iraqê, Dewleta Tirk û PDK’ê ve li ser Şengalê hatî erê kirin timî êrîş berdewamin. Li bermberî van pilanan civaka Êzidî jî rêxsitina xwe çêkiriye ku ji bo avakirina Şengalek xweser têdikoşe. Dagirkerên ku çavê wan li pêşketin û xwe rêvebirina Civaka Êzidî ranabe carekedin şevêdinê ji saet 10 heya 1’ê şevê bê navber bi balefiran çiya û deşta Şengalê bomebaran kirin. Di saetên sibehê de welatiyên herêmê li benda kontrole ya Muşterek a ku foca 80’ê ya girêdayî Heştî Şehbî ku fermî girêdayî artêşa Iraqê ye kom bun û li wê ser navê rêveberiya xweser daxuyanî hat dayîn. Jinên Şengalê yên beşdarî daxuyaniyê bûn hêrsa xwe anin ziman. Jinan dan diyar kirin ku ger Hukumeta Iraqê ne hevkarê dewleta Tirk be ew nikare êrîşî Şegnalê bike û gotin ku dewleta Tirk ji ber bin dikeve ji bo wê bi hovane êrîş dike.
"Tola DAIŞ’a li Hesekê binketî ji Êzidiyan radikin" 
Pakiz Celal diyar kir ku ger Hukumeta Iraqê destur nedaba dewleta Tirk ewqas êrişî Şengalê nedikir, ji ber hevkarin ji bo wê hem bêdeg dimîne hem jî bi xwe destura êrîşan dide û wiha nirxand: “Em tev li ser vê axê dijîn, zarok jî zarokên me ne lê Hukumeta Iraqê hertim bi listokên xwe dike ku dewleta Tirk li Şengalê dide. Cihê niha hatî topbaran kirin yek jî cihê fermî girêdayî leşkerên Iraqê ye lê ji ber Êzidîne lê dane. Ew çi bikin jî wê nekarin me tune bikin. Turkiye dujminê me Êzidiyane ji bo wê gazin jê nabe lê Iraqa me weke hemwelatiyên xwe pênase dike dibin ala Iraqê de li me didin. Em weke dayik heya dawî emê parstin zarokên xwe bikin. Em bang li Hukumeta Iraqê dikin bi erka xwe rabe û li hemberî van êrîşên li ser me tên meşandin rawstin. Heya em saxin em milê xwe nadin dujminên Êzidiyan û xwefiroşan. Xwedê em ser baweriya Tawisê melekdane û emê di oxira wê de jî can bidin û tekoşîn bikin.”
"Emê ciwanên Şengalê ji bo xweseriyê têkoşîn bikin"
Fehîme Hecî jî got ku dewleta Tirk ji bêhêziya xwe êrişî wan dike û wiha domand: “Dewleta Tirk li Hesekê ser neket ji ber vê carê berê xwe da Şengal, Mexmur û Rojavayê Kurdistanê lê li vir jî bi ser neket. Ew ne ji ber bi hêze ji bêhêziya xwe êrîşî gel dike. Em tev dizanin ku ew berbi tunebunê ve diçe. Yê ku bi ser bikeve wê hêza gel be bila vê baş bizane. Em weke ciwanên Şengalê wê heya dawiyê ji bo xweserî û azdiya gelê xwe têkoşîn bikin.”