Rêxistina Mafên Mirovan a NY’ê: Efganistan goristana mafên mirovan e

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a NY’yê, ferman û biryarên ji aliyê rayedarên Efgan ve tên derxistin li ser gel ‘bandorek xirab’ çêdikin. Zextên li dijî jinan, rojnamevanan û hemû koman zêde bûne û darvekirin didomin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, piştî lêkolînên kirine, raporek der barê fikarên rewşa li Efganistanê de weşand. Hişyarî da ku jiyana mirovan, bi taybetî jinan, di bin desthilatdariya fiîlî ya Talîbanê de bi awayekî eşkere xirab bûye. Rapor, ji Tebaxa 2025’an heta Çileya 2026’an digre nava xwe, roja Duşemê 30’ê Adarê, di civîna Konseya Mafên Mirovan a li Cenevreyê de hat pêşkêşkirin.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’ê Volker Turk, di raporê de diyar kir ku ji 2021’ê ve heta niha ferman û biryarên ku ji aliyê rayedarên welat bi rêve dibin ve hatine derxistin, li ser gel û bi taybet li ser jinan ‘bandorek hilweşîner’ ava kirine.

Jin jiyana kar hatine dûrxistin

Li gorî raporê, di asteke zêde de jin ji jiyana giştî hatine dûrxistin, di nav de qedexeya perwerdeyê ya ji pola şeşan pê ve, bêparkirina ji perwerdeya bilind û sînorkirina kar û hebûna wan di qadên giştî de. Karmendên sivîl ên jin ku ji dema Talîbanê di Tebaxa 2021’ê de desthilatdarî girtiye destên xwe ve heta niha, neçar mane li malê bimînin û mehê kêmî 5 hezar Efganî mûçe digirtin. Di Çileya 2026’an de diyar kir ku êdî mûçe nadin û ji kar hatine derxistin. 

Di raporê de ev tişt hatin gotin:

“Di çarçoveya qedexeyek din a der barê xwegihandina agahî û azadiya fikir de, pirtûk û mijarên ji aliyê jinan ve hatin nivîsin an jî nivîskar ji kîjan neteweyê be, di hinek eyaletan de ji refên pirtûkan, pirtûkxaneyên zanîngehan jî di nav de hatin rakirin. Her wiha perwerdeya mafên mirovan û xebatên zayenda civakî hatin qedexekirin.”

Di raporê de hat destnîşankirin ku ev çalakî bi ‘Bi zelaliyeke herî kêm, bêyî pêvajoyeke adil û tedbîrên telafiyê’ hatine pêkanîn.

Cezayên darvekirin û qamçiyan didome

Di raporê de hat îfadekirin ku cezayên weke darvekirinên vekirî û qamçiyan didomin û hat diyarkirin ku ji 2021’ê ve heta niha li Efganistanê herî kêm 12 kes li ber çavên girseyan hatine bi darvekirin.

Li gorî rêxistinê, zextên li ser medyayê didomin, rojnamevan rûbirûyî binçavkirina kêfî û sînordarkirinên çalakiyan dibin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku li Efganistanê nêzî 21.9 milyon kes pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye. Hişkesalî, kêmbûna alîkariyên navneteweyî û vegera hejmarek zêde ya koçberan vê rewşê girantir dike.

Volker Turk rewşa heyî bi van gotinan pênase kir: “Efganistan bûye goristana mafên mirovan.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bang li rayedaran kir ku hemû biryarnameyên cudakar betal bikin, ji nû ve pêkanîna mafên xebat û perwerdeyê ji bo jinan peyda bikin û darvekirinan bisekinînin.