Jinên Şengalê û Başûr bi panelek hatin ba hev

Yekitiya jinên ciwan û jinên ciwanên têkoşer ên başûrê Kurdistan li Şengalê panelek li dar xistin.

Şengal-Yekîtiya jinên ciwan ên Şengalê û jinên ciwanên têkoşer ên başûrê Kurdistanê panelek di bin sîwana pêngava`Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî` bi dirûşma `jin jiyan azadî, azad bike rêbertî` li dar xistin.

Panêl bi beşdarbûna jinên ciwan ên Şengalê û başûrê Kurdistanê li navenda Şengalê hat destpêkirin. Di panelê de li sînevîzyonê hat temaşekirin û semîner Ii ser hevaltiya jinan bi Abdullah Ocalan re, nasnameya jinan û pêngava azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji aliyê dîplomasiya jinan, jinên ciwan û meclisa Şengalê ve hat dayîn.

Endama komîteya diplomasiya jinên Êzidî Ferîde Şangalî behsa têkoşîna jinan kir û wiha got: “Mirovên ku fikrên serok Apo nas kiribin dikarin li ser lingên xwe rawestin. Tecrîdekî giran li ser serok Apo heye nahêlin em agahî jê bigrin. Tirsa wan ji fikrên azad heye. Erka me ew e weke jinên ciwan em pêşengiya azadiya fizîkî ya serok Apo bikin.”

‘Jina azad bê çare namîne’

Ferîde Şengalî di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew bi fikrê rêberê gelê kurd xwe perwerde dikin û pêşengiyê dikin û wiha got: “Serok dibêje baweriya min bi fikir û hêza jina azad û rast heye. Divê em bibin ew jina ku serok behs dike. Pir nirxandinên serok Apo yên li Îmraliyê li ser jina Êzidî hene. Em hemû dizanin ku îro gava ku jinên Êzidî davêjin û pêşengiyê dikin, bi fikirên serok Apo ne. Em ê jî bibin hêz û bersiv ji serok Apo re. Bi hezaran gerîlayên jin ked dan û şehîd ketin, hemû ji bo avakirina jiyana azad û bi aram e.”

‘Divê jina ciwan li hemberî bişavtinê bisekinin`

Ferîde di dawiyê de da zanîn ku li dervî welat pişaftin heye û divê jin li dijî wê bibin hêz û wiha got: “Îro TAJÊ deng û rengê hemû jinan e. Cihê hêvî û baweriya hemû jinên Êzidî ye. Ew jî bi fikrên serok Apo ye. Serok apo ji bo kesên ku koçber bûne jî gotiye. Serok dibêje hûn biçin ku derê jî çand û baweriya xwe biparêzin. Lê mixabin îro em dibînin ku kesekî derveyî welat nizane ziman û çanda xwe. Li kampên Başûr dimînin rewşa wan jî pir xirab e, li wir çand û baweriya me têk diçe. Bi riya medyaya dîjîtal jinan ber bi riyên xirab û xeter ve dibin. Divê îro em bibin deng û rengê hemû jinan, em bibin hêz ji wan re. Em jinên ciwan cihê hêvî û baweriya civakê ne.”

Jinên ciwan pêşengên civakê ne

Endama jinên ciwan Emîra Zozan jî li ser nasnameya jinan axivî û got: “Jinên ciwan xwedî du nasname ne, jinên ciwan û jin. Em weke jinên ciwan pêşengên civakê ne. Lazim e em têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin ku li hemberî şerê taybet bisekinin. Li kampan zilim li jinên ciwan tê kirin. Pêwîst e em bibin hêz û li hemberî wê zilimê bisekinin. Ji ber ku em xwediyên fikir û felsefeya azad in. Em pêşeng in. Divê jinên Êzidî fermanê ji bîr nekin. Ji ber ku yên di fermanê de hat kirîn û firotin jinên ciwan bûn, yên êş kişandin jî jinên ciwan bûn yên ku wê tolê rakin jî jinên ciwan in. Jin wê xwe birêxistin bikin, perwerde bikin û bibin xwedî zanebûneke mezin.”