Jinên Şengalê li dijî xwekuştinan banga têkoşînê kirin
Li hember zêdebûna xwekuştinan, li Şengalê pêngava ‘Xwe nekuje her xwe kuştinek fermanek e’ hat destpêkirin. Jinan diyar kirin ku xwe perwerdenekirin pêşî li xwekuştinan vedike û bang li jin û ciwanan kirin ku li dijî xwekuştinan rabin ser xwe.
					FARAŞÎN MERVAN
Şengal – Bi pêşeniya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Rêveberiya Xweser û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê, ji bo pêşîlêgirtina xwekuştinên ku di demên dawî de li Şengalê zêde bûye, di 30’ê cotmehê de bi dirûşmeya ‘Xwe nekuje, her xwe kuştinek fermanek e’ pêngavek hevbeş hat ragihandin. Armanca esasî ya vê pêngavê li dijî xwekuştina jin, ciwan û mêran a di nav civakê de, avakirina hişyarî û çareseriyê ye.
Pêngava ku bi taybetî jin pêşengtî jê re dikin, ji roja destpêkê ve di nav civakê de bû mijara esasî ya nîqaşan.
Derbarê armanca pêngavê de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Welat Cano ji ajansa me re axivî. Welat Cano ragihand ku bi armanca dawî li xwe kuştinên ku di nav civaka Êzidî de pêşdikevin bigrin û ji bo avakirina hişyariyê, biryara pêngaveke bi vî rengî dane.
‘Zewicandina zarokan dibe sedema xwekuştinan’
Endama TAJÊ Welat Cano diyar kir ku sedema herî bingehîn, zewicandina zarokan e û wiha got: “Hîn 12-13 salî ne, hîn zarok in dizewicin. Perwerdeya malbatê ji ber vî awayî gelek girîng e. Ger dayîk û bav zarokên xwe bidin diyarê xwe û bi wan re biaxivin, rastiya jiyana heyî fêrî wan bikin baş dibe. Ewqas ji jiyanê heznekirin û bê armanc tevgerandina di nav zarokan de, zêde ye. Hê fikrê wan zarokan çênebûye, dizewicin û piştre jî nikarin bihev re bijîn, piştre xwe dikujin.”
‘Aqlê dewletê rê li ber pêşketinên jinan digre’
Welat Cano destnîşan kir ku aqlê dewletê rê li ber pêşketinên jinan digre, ev şerê taybet û şerê psîkolojîk e û ev tişt anîn ziman: “Di fermanê de me ewqas tişt dît, dayîkên me birin, keçên me birin, kurên me birin û kuştin, çima kesî dengê xwe nekir? Dewleta Iraqê û dewletên din jî ewqas siyasetên kirêj li ser me, bi taybetî li ser keçên ciwan dimeşînin. Mînak ez bêjim keça min rabe biçe cihek, nahêlin. Dibêjin seyare ajotin, karek ji xwe re kirin û hwd nabe. Aqlê dewletê pêşiya jinan digre di van mijaran de. Çima bi kêrî me nayê, ji bo çi ewqas astengî ji jinan re derdixin? Jin jî dixwazin xwe bi xwe bi rêve bibin û xwe bipêş bixin. Sedema ewqas kuştinên ku di nav civaka me ya êzidî de bipêş ketiye, ji ber pêşîgirtina dewletê ye. Ev yek şerek taybet û psîkolojîk e. Bi vê re aqlê dewletê nahêle ku xwe perwerde bikin, xwe bipêş bixin û zane bin.”
‘Ancax bi pêngava xwe nekuje re em dikarin civaka xwe biparêzin’
Di berdewama axaftina xwe de Welat Cano li dijî xwekuştinan bal kişand ser hevgirtina civaka Êzidî û ev nirxandin kir: “Lazim e bi taybetî her jineke ciwan, parastina xwe bike. Ji ber me nizanibû em parastina xwe bikin, ferman bi ser me de hat. Lê em jî ji niha û pê ve pêşiya aqlê dewletê digrin, pêşiya xwe kuştina digrin. Bangawaziya min ji bo jin, ciwan û mêran e. Çawa ku mirov diçin dawetek dest didin hev û govendê digirin, bila werin em bi hev re dest bidin hev û govenda jiyanek azad bigirin. Bi vê pêngava ‘xwe nekuje, her xwekuştinek fermanek e’ re em pêşî li xwe kuştinan bigirin. Em bi vê pêngavê re ancax dikarin bi hev re pêşî li fermanan bigirin û parastina jiyana xwe û axa xwe bikin. Bes bila kuştin û ferman ji ser serê me civaka êzidî rabin. Ez ji jin û ciwanan re dibêjim rabin ser xwe bila destê hev bigirin û yekitiya xwe çêkin, piştgirî bidin pêngavê. Bila xwe birêxistin bikin ku carek din ferman li ser civaka me ya êzidî ranebe, dayîk û xwîşkên me neyên firotin. Heya em sax bin, emê li pey wan keçên ku hatine revandin û firotin bin. Li pey hestiyên xwe yên ku dema fermanê me wenda kiriye bin. Aqilê dewletê ji me re tiştek nekiriye û ji niha şûn ve jî tiştek nake. Bila hemû êzidî rabin ser xwe, bi destê hev bigirin û xwe biparêzin.”
‘Li dijî xwekuştinê parastina xwe û axa xwe bikin’
Her wiha Welat Cano bi wesîleya pêngava ‘Xwe nekuje her xwekuştinek fermanek e’ bang li jin û ciwanan kir da ku li dijî xwekuştinê parastina xwe û axa xwe bikin û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Banga min bi taybetî jin û ciwanan heye ku bila li pêşiya aqlê dewletê bisekinin. Çavê xwe ji tu hişmendiyek qirêj re negirin ku hemû di nav me êzidiyan de dibin sedemên zêdebûna xwe kuştinan. Bila her ciwanek me yê êzidî rabe parastina xwe bike, li cihê ku xwe bikujin bila rabin parastina axa Êzîdxanê bikin, bila tevlî asayîşê, YBŞ û YJŞ’ê bibin. Van saziya hemûyan jî em xwe bi xwe bi rê ve dibin, hemû zarokên me ne. Cihê ku ciwan xwe dikujin bila rabin tola ew hestiyên ku hê jî di satiran de veşartine rakin, hê jî dayîk-xwişkên me yên ku li dewletan tên firotin hene, bila ciwanên me bi taybetî hinek li ser vana bifikirin û xwe bi hêz bikin. Bila fermana 2014’an bînin bîra xwe, lê ji ber aqlê dewletê û şerê taybet niha gelek kesan ferman ji bîr kiriye. Dijmin her tim wan ditepisîne û nahêle hinek li ser êşên gelê xwe hûr bibin. Aqlê dewletê her tim êrîşên xwe yê şerê taybet li ser jinên ciwan daye meşandin û wan tepisandiye. Rêya jiyanek xweş a ku xwe perwerde bikin û xwe bipêş bixin nehiştiye. Ji ber vê, divê bi taybetî jin û ciwan dest bidin hev û li dijî xwekuştinan bisekinin.”