Jinên Şehbayê bi boneya salvegera êrîşên ser Efrînê daxuyanî dan
Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê bi rasthatina salvegera êrîşên li ser Efrînê li Şehbayê daxuyanî da.
Şehba- Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê ji bo salvegera êrîşên dawleta tirk a dagirker li ser kantona Efrînê daxuyanî li hola wargeha Serdem ya girêdayî navçeya Ehdas a Şehbayê da. Di daxuyaniyê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amade bûn. Daxuyanî bi zimanê kurdî, Erebî û Ingilîzî hatin xwendin. Beşdaran wêneyên kumkujiya bajarê Til Rifetê û alên Kongreya Star hildan. Daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Kantona Efrînê Rizgar Lolo ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha destpê kir: “Piştî derbasbûna deh salan ji koçberkirina bi darê zorê, talankirin û kuştina ku li ser gelên herêmê hatiye mşandin, li kêleka van kiryaran jî siyaseta rêwindakirina li hember hemû hewildanên çareseriya qirîza Sûriyê û dirêjkirina temenê wê, ev hewildan gihandine asta xetmandinê. Di encamê de mirovahî di tehlûkê re derbaskirine, ji bo berjewendiya van hêzan di herêmên ku hatine dagirkirin berdwam be. Koçberkirina bi darê zorê û bicihbûna gelê Efrînê li herêma Şehbayê derbasî sala xwe ya pênçemîn dibe. Ev kiryarên dij mirovahî li hember bêdengiya civaka navnetewî tê meşandin. Hedef ew e ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe pilanên tunekirina herêmê û guhartina demografiya Efrînê bi rêk û pêk bike, ji bo çanda herêmê ya resen bi temamî ji holê were rakirin. Ruxmî binketina hikumeta erdogan di milên siyasî, leşkerî, diblomesî, civakî û aborî de hewildide ku qirîzên xwe yên hundirîn derbasî derve bike. Êş û azarên ku jinên Efrînê jiyan kirine veguherandin hêza birêxistinkirina civakê û avakirina nifşeke şoreşger.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Hêza jinê bûye xeteriya herî mezin li ser zihniyrta şofenîst û hovane ya dewleta tirk. Rojane destkeftiyên jinê tên hedef girtin. Bi navê Rêxistina Kongra Star em hemî kiryarên dewleta tirk a dagirker û bêdengiya civaka navnetewî derbarê binpêkirinên dij mirovî yên li Efrînê tên kirin û bi taybet di derheqê jinan de şermezar dikin. Bangawaziya me ji bo hemû tevgerên jin, rêxistinên navnetewî û desteyên hiquqî yên ku idîaya parastina mafên mirovan û zarokan dikin ku li hember van binpêkirinan bisekinin û sînorekî ji dewleta tirk a dagirkere daynin. Vegereke bi rûmet, em soza xwe bi çiyayên kurmênc û darê zeytonê re nû dikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Efrînê”,”Bimre dagirkerî”û”Jin jiyana azadî” bi dawî bû.