Jinên Îranê li dijî ferzkirina hîcabê bertek nîşan dan

Piştî çil salên ji desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê, jin hîn jî ji bo bidestxistina mafê xwe têdikoşin û dirûşma “Na ji Hicabê re” yek ji wan dirûşmên jinan a li dijî ferzkirina hîcabê ye.

Navenda Nûçeyan - Rêzeya zextên li ser azadiyên kesayetî li Îranê berdewam e. Piştî rojekê ji destpêkirina kampanyaya li dijî ferzkirina hîcabê, berpirsên Îranê gefa rûbirûbûna wê kampanyayê xwarin. Çalakvanên mafên mirovan ev yek wek binpêkirina mafên jinan dîtin.

Bi helkefta roja niştimanî ya hicabê ku dikeve 12'ê Tîrmehê, hin jinên dijberê ferzkirina hicabê kampanyayeke dan destpêkirin ku tê de wêne û dîmenên xwe yên bê hicab belav kirin.

Li ser torên dijîtal dîmenên jinan ên dema ku li kolanan dimeşin û hicabê ji serê xwe radikin belav bû. Jinên ku bi dilxwazî ​​hicabê li xwe dikin û hin mêr jî tevlî kampanyayê bûn.

Bi dehan çalakvanên jin xwepêşandan kirin û daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û tê de wiha gotin: "Roja nîştimanî ya hicabê ji bo armanckirina jinan û destpêkirina pêleke nû ya tepeseriyê li dijî gelê Îranê bi taybetî jinan e."

Li gorî guhertinên vê dawiyê yên zagona cezayê, jinên ku bêyî “hicaba îslamî”derkevin ji derveyî malê, ji 10 rojan heta du mehan cezayê girtîgehê an jî cezayê pereyan tên cezakirin.