Jinên Êzidî: Piştî peyama Rêber Apo divê em têkoşîna xwe xurtir bikin

Jinên Êzidî ku bi kêfxweşiyeke mezin peyama dîrokî ya Abdullah Ocalan pêşwazî kirin, bang li hemû jinan kirin ku têkoşînê xurtir bikin da ku bikaribin rêberê xwe bi fizîkî jî azad bikin.

Şengal – Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 27’ê Sibatê de piştî vegera ji Girava Îmraliyê li Stenbolê banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir. Banga Ocalan li gelek bajarên Kurdistanê li ser ekranên mezin bi zindî hat weşandin û Kurdistan di serî de li hemû cîhanê ji aliyê bi milyonan kesan ve hat guhdarkirin û temaşekirin.

Li Şengalê jî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.  

Têkildarî peyama dîrokî ya Abdullah Ocalan jinên Êzidî ji ajansa me re axivîn, kêfxweşî û daxwazên xwe anîn ziman

‘Em bi peyama Rêber Apo gelek kêfxweş bûn’

Endama Meclisa Xweser a Serdeştê Besê Avesta diyar kir ku ew weke civaka Êzidî gelek bi peyama Abdullah Ocalan kêfxweş bûne û wiha got: “Bes me dixwest ne tenê bi wêne bi zindî jî em wî bibînin û dengê wî bibihîsin, daxwaza me ev bû lê dîsa jî peyama wî hat û ev ji bo me gelek girîng e. Ji hêla din ve piştî bi salan dîtina wêneyê Rêber Apo hesteke pir cuda û mezin bi me re çêbû. Wekî me got em bi peyama Rêber Apo gelek kêfxweş bûn û hêviya me ew e ku Rêber Apo bi fizîkî azad bibe.”

Besê Avesta da zanîn ku anîna ziman a Abdullah Ocalan ne hêsan e û wiha hestên xwe anî ziman: “Heta sibê em li ser Rêber Apo bipeyîvin jî em nikarin heqê wî bidin.”

‘Piştî peyama Rêber Apo divê em têkoşîna xwe xurtir bikin’

Rêvebera Meclisa Giştî ya Şengalê Emşê Korkorkî jî ev nixandin kir: “Peyama Rêber Apo, ji çar parçeyên Kurdistanê û hemû cîhanê re ye. Bi saya berxwedana Rêber Apo û çalakiyên ku ji bo azadiya wî hatibûn destpêkirin, pêvajoyeke bi vî rengî dest pê kir. Weke jinên Êzidî û TAJÊ bangawaziya me ji hemû jinan re ew e têkoşîn, berxwedan û çalakiya xwe bidomînin, xurtir bikin da ku em bikaribin Rêberê xwe bi fizîkî jî azad bikin. Ger Rêberê me bi fizîkî azad bibe em ê jî azad dibin. Divê piştî peyama Rêber Apo em têkoşîna xwe xurtir bikin.”