Jinên Êzidî: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê bilind bikin

Endam û rêveberên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) encamên salekî ya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ nirxandin û dan zanîn ku wan salek ji tekoşînê li pey xwe hiştin û ew ê fikrê Abdullah Ocalan jiyanî bikin.

Şengal - Di 10’ê Cotmeha 2023’an de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ pêngaveke navnetewî hate destpêkirin. Civaka Êzidî û xelkên Şengalê jî di 21’ê Cotmeha 2023’an de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ tevlî vê pêngava navnetewî bûn. Endamên TAJÊ encamên salekî yên pêngavê nirxandin û her wiha ji bo sala nû ya pêngava azadiyê jî helwest û biryardariya Şengalê anîn ser ziman.

Endam û Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Emşê Korkorkî û Şemê Helîqî ji ajansa mere axivîn û dan zanîn ku ewê tekoşîna xwe heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidomînin.

‘Em ê ji bo azadiyê tekoşînê bilind bikin’

Endama Kordînasyona TAJÊ Şemê Helîqî da zanîn ku ew weke jin û civaka Şengalê wê 24 seetan ji bo azadiyê têbikoşin û wiha got: “Em weke jin û civaka Şengalê em ê her dem di nava kar û xebatan de bin. Erka me jina ji ya mêran zêdetir e ku bo azadiya Rêber Apo em tekoşîn bikin. Ji ber ku Rêber Apo alîkariya me kir. Em jî dixwazin ji Rêber Apo re her tiştî bikin. Çi ji me jina û giştî civaka Êzidî were xwestin em ê bikin. Heta ku em bi awayekê fîzîkî Rêber Apo bibînin emê tekoşîn bikin. Banga me ji giştî civaka me re heye ku  ji bîr nekin kê ev civak xilas kir, ew jî îro rabin û bibin yek deng li dijî zilim û zorê û ji bo azadiyê dengê xwe bilind bikin. Em weke jinên Êzidî bi hemû rengî tekoşîn bikin. Meş, çalakî û çi jî were xwestin em ê ji bo Rêber Apo bikin.”

‘Em ê fikrê azad jiyanî bikin’

Endama TAJÊ Emşê Korkorkî jî da zanîn ku wan salek têr û tijî derbas kir û wê ji bo azadiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekoşînekî mezintir di sala pêşiya xwe de bidin meşandin û wiha got: “Me di nava salekê de çalakî, semîner, perwerde, civîn û meş ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo lidar xist. Em dikarin bêjin ku pêngavekî têr û tijî bû. Lê em nikarin bêjin ku bes e û ewqas têrker e. Banga me ji hemû jin û civaka re heye ku li civaka Êzidî meyze bikin ku ev 10 sal in bi vî fikir û felsefeya Rêber Apo me xwe birêxistin kiriye. Li ser fikrê Rêber Apo em rabûn ser xwe û çavên me vebûn û me dost û dijminê xwe ji hev nas kirin. Banga me ji her kesî re heye ku vî fikir û felsefê ji bo xwe esas bigrin û ji dest nedin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê her kes tekoşîn bike. Em pêngava xwe mezin bikin û fikirê Rêber Apo bi her hesî bidin naskirin. Çi ji destê me hat em ê ji bo bikin. Em soz didin Rêberê  xwe ku fikirê wî jiyanî bikin. Ger ku me ew fikir jiyanî kir, emê azad bibin û pêşiya zilm û zoriyê bigrin.”