Jinên Êzidî: Ger em bibin yek emê biserkevin

Jinên Êzidî ji şahiya salvegera 10’emîn a rizgarkirina Şengalê pêyama, “Heke em Êzidî bibin yek, çawa ku 10 sal berê Êzidî bûn yek û axa xwe ji destê dijmin derxistin û serkeftin, wê îro jî wisa biserkevin” dan.

Şengal – Bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê, li navenda Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser, duh şahiyek hat darxistin. Jinên ku beşdarî şahiyê bûne girêdayî vê rojê ji ajansa me re axivîn.

‘Bi saya xwîna wan şehîdan îro Êzidî li her derê dikarin bijîn’

Endama Meclîsa Tilezêr a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Filûs Berekat 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê li hemû gelê Şengalê pîroz kir û wiha got: “Em hemû şehîdên vê mehê bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em vê roja dayîk û zarokên şehîdan pîroz dikin. Li Rêber Apo û gerîla pîroz dikin ku ew vê rojê bi hewara me hatin û li hemû şehîdên li vê axê xwîn rijandine pîroz dikin. Em bejna xwe li ber wan ditewînin. Li vir di gelek deveran de berxwedanî hat raberkirin, aliyekî şerê DAIŞ’ê dihat kirin, aliyekî keç û dayîkên me ji destê çeteyan dihatin xelaskirin. Ez rizgarkirina Şengalê li hemû Êzidiyên me pîroz dikim. Bi saya xwîna wan şehîdan îro Êzidî li her derê dikarin bijîn. Bi saya Şehîd Dijwar, Şehîd Berxwedan, Şehîd Egîd Civyan em îro li vir jiyan dikin. Dîsa heta niha keç û dayîkên me yên ji destê DAIŞ’ê tên rizgarkirin jî, bi saya van şehîdan e.”

‘Ger em Êzidî wekî 10 sal berê bibin yek em ê biserkevin’

Di berdewama axaftina xwe de Filûs Berekat diyar kir ku pêwîst e civaka Êzidî her tim li berxwe bide û wiha got: “Heke em Êzidî bibin yek, çawa ku 10 sal berê Êzidî bûn yek û axa xwe ji destê dijmin derxistin û serkeftin, wê îro jî wisa biserkevin.”

‘Em destek didin berxwedana gel û jinên Şengalê’

Endama Koma Stêra Zêrîn Zeryan Botan ku ji Mexmûrê tevlî şahiya 10’emîn salvegera rizgarkirinê bû, kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: “Bi rastî em gelekî kêfxweş in di rojek wisa ku pîrozbahiya rizgarkirina Şengalê de cih digirin. Em ji wargeha Mexmûrê hatin. Di destpêkê de em 13’ê Mijdarê li şehîdên ku li Şengalê canê xwe feda kirine û li Rêber Apo pîroz dikin. Bi hatina xwe ya vê derê ez pir kêfxweş im. Ev cara yekem e têm vir. Bi rastî Şengal cihekî gelekî xweş e, min gelekî  moral ji vir girt. Min cih û warên pîroz ên civaka me yê Êzidî dît, gel nas kir, gelekî kêfxweş bûm. Em wekî jinên Mexmûrê heta dawiyê berxwedana gel û jinên Şengalê destek dikin. Em serkeftinên mezin ji bo wan dixwazin.”