Jinek û du zarokên Êzidî ji Kampa Holê hatin rizgarkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jina Êzidî Ezîze Xalid Elî û du keçên pê re ku yek ji wan keça wê ye, ji Kampa Holê rizgar kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê daxuyanî da.

Navenda Nûçeyan- Îro Beşa li Dijî Tawanan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) rizgarkirina jineke Êzidî û du zarokên ligel wê bi riya daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe, ragihand. Ezîze Xalid Elî jineke Êzidî ye aliyê DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Şengalê hatibû revandin û Kampa Holê ya li başûrê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi hezaran malbatên DAIŞ’ê dihewîne, hatibû veşartin.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Asayîşê hatibû parvekirin wiha ye:

“Hêzên me yên li dijî tawanan der barê jineke revandî ya Êzidî li beşa çaremîn a kampa Holê agahiyên teqez bi dest xistin. Hêzên me lêkolîn û xebatên şopandina pêwîst kirin û mudahemeya cihê revandina wê kirin. Hêzên li dijî tawanan roja Duşemê 3’ê Hezîranê, jina Êzidî “Ezîze Xalid Elî” û du zarokên pê re ku yek ji wan zarika wê ye, rizgar kirin.

Her wiha zaroka keç a 10 salî ya bi Ezîze re hatiye rizgarkirin jî bi navê Xunav Nayêf Xidir e û di êrîşa hovane ya DAIŞ`ê ku sala 2014’an li ser Şengalê pêk hat de dema çend mehî bû ew û dayika wê hatine revandin û ji hev hatin qutkirin.

Hêzên me bi malbatên her du kesên revandî re têkilî danîn û bi riya Nivîsgeha Têkilî û hevrêziyê re hêzên me wê herduyan radestî mala Êzidiyan bikin ji bo ku wan bigihîjînin malbatên wan.”