Jinek ciwan li Qeladizê hat qetil kirin

Cenazeyê jina ciwan K.H.H. a 20 salî ji gundê Girdespeyane gihandin nexweşxaneya Qeladizê cihê guleyên demancê li ser bedena wê hat dîtin.

Navenda Nuçeyan - Polîsên herêma Raperîn cenazeyê jina ciwan K.H.H. a 20 salî ji gundê Girdespeyane gihandin nexweşxaneya Qeladizê. Li gorî agahiyan cihê guleyên demancê li bedena wê hatin dîtin û ji beşa lêkolînê cenaze şand Tiba Edlî ya Silêmaniyê.

Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Tenê di meha Adarê de 8 jin hatine kuştin

Kuştin û xwekuştina jinan li Başûrê Kurdistanê her roja ku diçe zêde dibe. Tenê di meha Adara îsal de 8 jin hatin kuştin yan jî neçarî xwekuştinê hatine kirin. piraniya kuştinan jinan ji di bin navê namûs û pirsgirêkên civakî de tên veşartin. Gelek kêm bûyerên kuştinên jinan hene li dadgehê tewanbar tên sezadan.