Jinan nepoxên xemrî firandin
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Stenbolê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê nepoxên xemrî firandin.
Stenbol - Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê di çarçoveya 8'ê Adarê de li ber Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê çalakî li dar xistin û nepoxên xemrî bi hewa xistin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Bakirkoyê, rêxistina bajêr û navçeyan a HDP'ê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Tevî polîsan ber deriyê girtîgehê dorpêç kiribûn jî jinan bi nepoxên xemrî yên navê jinên girtî yên siyasî li ser li ber girtîgehê kom bûn. Pankarta "Em ê bi hev re biguherin niha dema jinê ye" hat vekirin. Her wiha dowizên "Ji bo Aysel Tugluk azadî" hatin hilgirtin.
“Em ji bo hevgirtinê li vêderê ne”
Di çalakiyê de parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum axivî. Zuleyhayê da zanîn jinan ji ber di nava têkoşînê cihê xwe girtin niha di girtîgehan de ne û wiha got: "Em ber bi 8'ê Adarê ve diçin. Bi vê munasebetê ji bo em li gel jinên ku ji bo xwe parastin di girtîgehan de ne û ji bo jinên têkoşîna jinê parastin di girtîgehan de ne em hatin vir. Ji bo em bi jinan re di navê piştevaniyê de bin em li vir in. Jin ji ber dibêjin 'em destkeftiyên xwe nadin' di girtîgehan de ne. Em ê her tim di warê azadiyê de bi israr bin."
Piştî axaftinê girseyê dirûşmên "Jin jiyan azadî","Ji bo jinên girtî azadî","Ji bo Ayselê edalet ji bo jinan edalet" berz kirin û lîrandin. Piştre jinan nepoxên navên jinên girtî yên siyasî li ser ser bûn bi hewa xistin.
Çalakî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.