Jinan li Xezayê dest bi kampanyaya 16 rojan kir

Hevdem bi kampanya cîhanî ya 16 rojî ya li dijî tundiya li ser bingeha zayendî re, Navenda Karûbarên Jinan kampanyaya "Mîrasa we mafê we ye" da destpêkirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Jin li her derê rastî tundiyê û biçûkxistinê tên ku ev yek jî astengiyeke sereke ye li pêşiya pêkanîna wekhevî û geşepêdana civakê û bandorê li rewşa wan a civakî, aborî û çandî dike.

Hevdem bi kampanyaya cîhanî ya 16 rojî ya li dijî tundiya li ser bingeha zayendî re, di 23’ê Mijdarê de Navenda Karûbarên Jinan di bin dirûşma “Parastin rê ye, ne dirûşm” konferanseke çapemeniyê li dar xist.

Bruşur û atolye jî dê werin lidarxistin

Koordînatora projeyan Itîmad Weşih da zanîn ku wan kampanyaya "Mîrasa we mafê we ye" daye destpêkirin da ku jinan teşwîq bikin mafên xwe yên mîras û milkê bi dest bixin û wiha pê de çû: “Piraniya jinan ji ber urf û adetên neheq ên ku wan neçar dikin doza mîras xwe nekin rastî neheqiyê tên. Di kampanyaya parêzvaniyê de broşur û atolyeyên hişyariyê hene. Di qenalên satelaytan de dê rêzexelekên radyoyê li ser mafên jinan û mekanîzmayên ku divê ji bo bidestxistina mafên xwe bişopînin bên weşandin.”

Parêzer Henadî Akîla diyar kir ku pirsgirêkên civakî û hiqûqî bûne sedem ku jin zû bi zû negihîjin mafên xwe û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji mêj ve em bûne şahid ku jin ji mafê mîrasê bêpar hatiye hiştin û eger jin mafê xwe bixwaze dibe ku bibe sedema cînayetên weke kuştinê jî.”

Navend li dijî her cure tundiya li ser jinan û zarokên keç têdikoşe

Rêvebera Navenda Karûbarên Jinan Emel Siyam jî wiha got: “Navend dengê xwe bilind dike û her cure tundiya li ser jin û keçên ciwan li cihên taybet û giştî red dike. Navenda Karûbarên Jinan destpêkirina kampanyaya xwe ya îsal ragihand ku hevdem e ligel kampanyaya cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan. Bi vê kampanyayê em teqez dikin ku berdewamiya tundiyê bi giştî û tundiya li ser jin û keçan bi taybetî, jiyana me dixe metirsiyê, derfetên me yên pêşketin û bihêzbûnê kêm dike û enerjiya tevahiya civakê felc dike. Divê parêzvaniya navneteweyî û femînîst ji bo parastina jin û keçên Filistînî ji binpêkirinên ku li dijî wan tên kirin û piştgirîkirina hewldanên neteweyî yên ji bo peydakirina parastinê li Filistînê ji wan re û îmkana gihîştina dadmendiyê, were xurtkirin. Divê hemû mekanîzmayên parastina qanûnî û civakî û bihêzkirina aborî û siyasî ji bo pêşvebirin û rola jinan di hemû qadên giştî de bên dabînkirin. Ez banga xurtkirina hevkariya fermî û civakî dikim ji bo ku hemû binpêkirinên li dijî jinan di civaka Filistînê de werin çareserkirin û mekanîzmayên  berpirsyariyê ji sûcdarên tawanên tundiya li dijî jinan werin aktîfkirin. Pêwîstî bi lezkirina pejirandina zagona parastina malbatê ji tundiyê û hemû zagonên ku daxwaza parastina jinan dikin heye.”